Kevneşopiyeke cuda ya gundekî Kurdistanê; Misilman û Kirîstiyan bi hev re cejnan pîroz dikin

28-06-2023
Nayîf Remezan
Kevneşopiyeke cuda ya gundekî Kurdistanê; Misilman û Kirîstiyan bi hev re cejnan pîroz dikin
Kevneşopiyeke cuda ya gundekî Kurdistanê; Misilman û Kirîstiyan bi hev re cejnan pîroz dikin
Nîşan Cejna Qurbanê Misilman Kirîstiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Hirorê yê herêma Berwariya Bala ya Duhokê wek kevneşopiya bav û kalên xwe, şêniyên gund di maleke gund de li hev civiyan û bi hev re taşteya Cejna Qurbanê xwarin. Li gundê Bazê jî wek kevneşopiyekê Kirîstiyan û Misilman bi hev re cejnan pîroz dikin.

Taşteya Cejna Qurbanê ya gundê Hirorê ji qelî, nîskî, kartol û berhemên şîr pêk hatibûn.

Karmend û şêniyê gund Rêber Ruşdî diyar kir ku mazûvaniya bi vî rengî her carê li mala kesekî tê kirin û got, “Vê carê li mala Mam Mekiyê Hirorî bû, ev jî nîşan dide ku gundê Hirorê gundekî yekgirtî ye û aramiya gund çiqasî girîng e.”

Gundî piştî taşteyê, wek bav û kalên xwe stranên gelêrî gotin û bi hev re mal bi mal geriyan, cejna hev pîroz kirin.

Pêşmergeyekî xanenişîn ê ji gund Cafer Elî behsa cejnên dema ciwaniya xwe kir û anî ziman, “Li vir 20 banî hebûn. Me li ser wan banan şahî dikir. Me heta destê sibê kêf û şahî dikir.”

Kirîstiyan û Misilman Cejna Qurbanê li hev pîroz dikin

Li gundekî din ê bi navê Bazê ji gundên din cuda, Misilman û Kirîstiyan bi hev re dijîn, her du pêkhateyên olî yên gund mal bi mal serdana Misilmanan dikin û cejna wan pîroz dikin.

Şêniyê gundê Bazê got, “Li gundê me bawermendên du olan hene; Misilman û Kirîstiyan, ti pirsgirêkên me bi hev re nînin, di cejn û şînan de em diçin serdana hev. Olên me jî cuda ne, ew diçine dêrê û em jî diçine mizgeftê.”

Welatiyê Kirîstiyan ê gund Edîb Yûsif jî anî ziman, “Her cejn em bi birayên xwe yên Misilman re derdikevin û ew jî bi heman awayî di cejnan de mal bi mal serdana me dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst