Li New Yorkê êdî mizgeft dikarin bê destûr bang bidin

30-08-2023
Sinan Tunçdemir
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan New York Banga Nimêjê Misilman
A+ A-

New York (Rûdaw) - Şaredariya bajarê New Yorkê biryar da ku li mizgeftên bajêr êdî dikarin bi hoparloran jî bang bidin.

Roja sêşemê şaredarê New Yorkê Eric Adams bi komîserê bajêr Edward Caban re li avahiya şaredariya bajarê New Yorkê di press konferansekê de yasaya bangdayîna nimêjê ya bi hoparloran pejirand.

Ango li gorî vê biryarê mizgeftên li bajarê New Yorkê êdî dikarin bêyî ku destûrê wergirin her roja înê û di meha Remezanê de bi dengekî bilind bi hoparloran bang bidin.

“Hûn dikarin bi awayekî azad li bajarê New Yorkê ola xwe bijîn”

Şaredarê New Yorkê Eric Adams biryara banga nimêjê wiha ragihand:

“Demeke dirêj bû ku hîn tevlihevî hebûn ka kîjan civak dikare ol û baweriyên xwe xurttir bike.

Em îro vê tevlîheviyê ji hole radikin.

Eger hûn li mizgeft, cih û maleke olî bin bêyî destûrxwestinê her roja înê hûn dikarin bi awayekî zelal bang bidin.

Cara ewil çend meh berê di meha Remezanê de li bajarê Minneapolisê yê eyeleta Minnesotayê mizgeftan dikarî bi dengekî bilind ango bi hoparloran bang bidin.

Niha jî li bajarê New Yorkê eger destûra mizgeftan tune be jî dikarin her roja înê û di meha Remezanê de bi hoparloran banga nimêjê bidin.

Ev jî civaka Misilmanên bajarê New Yorkê dilşad dike.

“Ev qonaxeke pir mezin e”

Sêx Musa Drommeh ku li New Yorkê mela ye got:

“Îro şaredarê bajarê New Yorkê li ber avahiya şaredariyê ku bajarê herî bi hêz ê Amerîkayê ye sekinî û bi awayê fermî da ragihandin ku Misilman dikarin bi hoparloran banga nimêjê ku em dibêjin ezan bixwînin. Ev qonaxeke pir mezin e.”

“Biryara îro ragihandineke dîrokî ye”

Welatiyê Misilman ê New Yorkê Muhammad Shahidullah jî wiha anî ziman, “Wekî welatîyekî Amerîkayê azadiya olan li gorî zagona bingehîn mafê min e.

Biryara îro ragihandineke dîrokî û mezin e. Lewra em dikarin ola xwe li gorî rêbazên ola xwe bijîn.”

Di vê navberê de li bajarê New Yorkê 275 mizgeft hene û ji sedî nehê nifûsa bajarê New Yorkê jî Misilman e.

Ango li bajarê New Yorkê nêzîkî milyonekê Misilman dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst