Her du Komele: Yekbûna me nêzîk e

28-05-2022
RÛDAW
Her du Komele: Yekbûna me nêzîk e
Her du Komele: Yekbûna me nêzîk e
Nîşan Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Yekîtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku wek Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê bibûn du beş, ev sal û nîvek e hewl didin dawî li 15 salên cudabûnê bînin.

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Osman Xelîlî li ser yekbûna her du Komeleyan got, "Ev rewşa ku em niha tê de ne, êdî ne gelemperî ye, di nav xelkê de hebûna wê nemaye, ti hurmet û rûmetê nade aliyan, bi taybetî jî ji bo Komeleyan."

Hat diyarkirin her du partiyan li ser navê rêxistinê, sekreter, cîgirê wê, dîroka 15 salên borî, bername û rêziknameya proseyê û kongreyê li hev kirin. Kongreya wan a hevpar wê bi lihevkirina pêşwext bê lidarxistin.

Her du partiyan berê jî hewl dabûn ku li hev bikin lê bi ser neketibûn. Vê carê nêzîkatiya wan a yekbûnê cuda ye, ev jî nîşan dide ku hewldanên wan cidîtir in. Şandeke hevbeş a her du partiyan bi serokatiya Sekreterê Komele Abdullah Mohtedî ji sê kesan pêk tê.

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Saman Rîşesahêb anî ziman, “Ti astengî li pêşiya yekbûnê nînin, heta niha me şiyaye qonaxên baş derbas bikin.”

Yekbûna di nava refên her du Komeleyan de daxwazeke hevpar e. Jîla ya ji bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ev 8 sal in Pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye, di beşa perwerdeyê ya Komaleyê de kar dike.

Jîla Ehmedî got, "Yekbûn gelek baştir e ji ber ku perçebûn ne baş e û xelk li benda Komeleyeke mezin e."

Pêşmergeyê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Efşîn Dadwend jî li ser yekbûna her du Komeleyan anî ziman, "Mijara yekbûna Komeleyan niha hêzê dide hemû beşên rêxistinê, hem li Rojhilatê Kurdistanê hem jî li beşa eşkere ya Pêşmerge.”

Ji bo yekbûnê karê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê hêsantir e. Kongreya wan ya dawî biryara yekbûnê da û endamên serkirdayetiyê ji bo ku astengî dernekeve îstifaya xwe pêşkêşî sekreter kirin lê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê demeke dirêj e kongreya xwe li dar nexistiye, ji bo yekbûnê divê biryara kongreyeke nû bidin.

Partiya Komele herî dawî di sala 2006an de bi navên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê perçe bibû. Navendên sereke yên xebata her du partiyan jî li Başûrê Kurdistanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst