Mesrûr Barzanî: Divê em yek bin û wekî birayan bin

05-09-2024
Nîşan Sempozyuma Suriyaniyan a Niştimanî Mesrûr Barzanî Kurdistan Yekîtî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Dijmin bi çavekî li me dinêrin. Divê em jî yek bin û wekî birayan bin da ku em em bi hemû nexweşiyan re derxin serî.”

Îro li Hewlêrê Sempozyuma Yekemîn a Suriyaniyan a Niştimanî hat lidarxistin.

“Kurdistan bûye warê netewe, ol û mezhebên cuda”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li sempozyumê axivî û got, “Hewlêr paytexta bihevrejiyana ol û çandên cuda ye” û li pey çû:

“Kurdistan tim bûye warê netewe, ol û mezhebên cuda. Gelek şaristaniyên cuda yên wekî şaristaniyên Sumerî, Akadî, Asûrî û Suryanî li Kurdistanê derketine û bi pêş ketine.”

“Divê em jî yek bin û wekî birayan bin”

Mesrûr Barzanî ji bo pirrengiya li Başûrê Kurdistanê mînaka herêma Barzanê da û wiha got:

“Li Barzanê mizgeft, dêr û kenîseyên cuda li tenişta hev in.

Endamên van ol û çandên cuda bi hev re dijîn û cudahiyên hev qebûl dikin.

Dema êrişî Herêma Kurdistanê dihatin kir, ti cudahî di navbera ol û çandên cuda de tunebû û tevan bi çavekî li me dinêrî.

Divê em jî yek bin û wekî birayan bin da ku em em bi hemû nexweşiyan re derxin serî.”

Pêkhateyên Kurdistanê ji raperîna Adara 1991ê û heta bi îro di jiyana siyasî, çandî û civakî ya Kurdistanê de bûne xwediyên roleke darîçav.

Em vê çanda bedew bi serbilindî diparêzin û em dê bi hizrên fanatîk re têbikoşin.”

“Em soz didin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêkhate ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in û li pey çû:

“Em soz didin ku em dê wekî her tim girîngiyê bidin ziman û çanda Suryaniyan û çanda hemû pêkhateyên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst