Ahmet Turk: Eger Kurd nebin yek dê li çar parçeyên Kurdistanê alozî derkevin

17-05-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk/Wêne: Rûdaw
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ahmet Turk Doza Kobaniyê Kurd Yekîtî
A+ A-

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser biryarên Doza Kobaniyê got, “Em baş dizanin dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, siyasetmedarên gelê Kurd bêdeng bihêlin, daxwazên gelê Kurd ji holê rakin.”

Berdana generalên ku çarçoveya pêvajoya 28ê Sibatê hatibûn girtin Ahmet Tirk wiha nirxand, “Dixwazin bibêjin `Em li aliyekî Kurdan ceza dikin, li aliyê din ew kesên ku di 28ê Sibatê de di pêvajoya darbeyedê serbset berdidin. Binêrin em yekîtiya gelê Tirk diparêzin lê neyarê gelê Tirk ceza dikin.`”

Ahmet Turk, bi bîr xist ku siyasetmedarên kurd bi îradeya gel hatine hilbijartin, polîtîkaya qeyûm a qeyûmê rexne kir û got, “Îro dixwazin siyasetekê bimeşînin ku `binêrin vana sûcdar in, ji ber vî awayî em dê qeyûman bavêjin şaredariyan, em dê siyaseta gelê Kurd qedexe bikin.`”

Ahmet Turk ji bo yekîtiya Kurdan bangî siyasetmedarên Kurd kir û got, “Bir rastî jî yekîtiya Kurdan gelekî pêwîst e û gelekî giring e. Em vê zanibin heta Kurd di warê siyasetê de ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo mafê gelê Kurd yekîtiyekê ava nekin, dê li çar parçeyên Kurdistanê jî alozî û astengî derkevin.”

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bersiva nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak da.

Maşallah Dekak: Birêz Serok dixwazim vê bipirsim. Tu li bendê bûyî ku cezayekî wisa derkeve? Çunkî behsa nermbûnekê dikirin û di ser de ev ceza hat?

Ahmet Turk: Bi rastî, bi salan e li ser gelê Kurd zilmeke mezin berdewam dike. Em baş dizanin dixwazin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, siyasetmedarên gelê Kurd bêdeng bihêlin, daxwazên gelê Kurd ji holê rakin.

Lê bi salan e em di nav siyasetê de ne. Bi rastî em tim birtiya gelan diparêzin. Em dixwazin gelê Kurd bigihîje azadî û wekheviyê. Armanca me ev e. Lê îro bandoreke xirab li ser gelê Kurd tê meşandin.

Wekî ku Seydayê Cegerxwîn gotiye, “Em dibêjin biratî, ew dibêjin na na.” Bi rastî jî îro em di demeke wiha de derbas dibin.

Me zanîbû ku dixwazin gelê Kurd, siyasetmedarê Kurd bêdeng bihêlin, vê zilmê li ser gelê Kurd bimeşînin. Me hest dikir ku ew dê cezayên gelekî girin bidin hevalên me. Me ev texmîn dikir.

Ev siyaseta ku îro tê meşandin belê li hemberî gelî Kurd tê meşandin lê hemû gelên li Tirkiyeyê jiyana xwe dimeşînin bandorên xerab tînin ser wan. Roj bi roj ji demokrasiyê dûrdikevin, roj bi roj ji mafên mirovan dûrdikevin. Roj bi roj hem zerereke mezin didin gelê Kurd hem jî didin gelê Tirk.

Em her dem dibêjin armanca me biratiya gelan e, armanca me wekheviya gelan e. Armanca me ew bandora xerab a ku  li ser gelê Kurd, li ser zimanê gelê Kurd, li ser nasnameya gelê Kurd tê meşandin em li hemberî vê tekoşîneke dimeşînin. Em vê têkoşînê ji bo wekheviyê , edaletê, ji bo gelê Kurd, nasnameya gelê Kurd û zimanê gelê Kurd ji bo perwerdeyê bê qebûlkirin dimeşînin.

Maşallah Dekak: Roja ku we ceza girt, hinek general jî hatin efûkirin. Li gorî we ev tesadufek bp an peyamek bû?

Ahmet Turk: Bi ya min ne tesaduf e. Mesajek dan. `Em li aliyekî Kurdan ceza dikin, li aliyê din ew kesên ku di 28ê Sibatê de di pêvajoya darbeyedê serbset berdidin. Binêrin em yekîtiya gelê Tirk diparêzin lê neyarê gelê Tirk ceza dikin.` Tiştê ku em dizanin meseje wiha derdikeve holê. Lê ew çi bikin jî em ne l ihemberî wan in. Emrê wan 82-85 sal in, hetine berdan nehatine berdan, em nabêjin çima hatine berdan.

Lê siyaseta ku li ser gelê Kurd tê meşandin, em wê rexne dikin. Ne ji bo ku me sûcdar dikin û ceza xwariye ye. Ev siyaseta li ser gelê Kurd, îradeya gelê Kurd nas nakin, îradeya gelê Kurd ji holê radikin. Em li hemberî wê ne. Armanca em ev e; divê îradeya were naskirin.

Îro 7 milyon însan dengên xwe didin siyaseta gelê Kurd. Li bajarên Kurdan li şaredariyan bi dengekî bilind bilind îradeya gel derdikeve holê. Lê îro dixwazin siyasetekê bimeşînin ku `binêrin vana sûcdar in, ji ber vî awayî em dê qeyûman bavêjin şaredariyan, em dê siyaseta gelê Kurd qedexe bikin.` Bi hişmendiyeke wiha siyasetê meşandin.

Berî wê jî me anî ziman, ev siyaset ne ji Kurdan te tiştekî tîne û ne jî ji gelê Tirk re tiştekî tîne.

Maşallah Dekak: Pirsa dawî. Niha çawê hemû Kurdan li peyamên we ne. Li Başûr, Rojava û Bakur em ketin duriyanekê wisa tê xuyakirin. Ji îro pê de çi li benda Kurdan e?

Ahmet Turk: Bir rastî jî yekîtiya Kurdan gelekî pêwîst e û gelekî giring e. Em vê zanibin heta Kurd di warê siyasetê de ji bo pêşeroja gelê Kurd, ji bo mafê gelê Kurd yekîtiyekê ava nekin, dê li çar parçeyên Kurdistanê jî alozî û astengî derkevin.

Bila hemû siyasetmedarên Kurd vê zanibin. Rêberên gelê Kurd ên ku îro pêşengiya gelê Kurd dikin divê careke din ev siyaseta ku li ser gelê Kurd tê meşandin di ber çaw re derbas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst