Ji cîgirtiya Merkel bo rawêjkariya Almanyayê: Olaf Scholz

27-09-2021
RÛDAW
Olaf Scholz
Olaf Scholz
Nîşan Olaf Scholz Hilbijartinên Almanyayê Angela Merkel Armin Laschet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên Almanyayê de weke beriya 16 salan, dîsa Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bi pêşengiya Olaf Sholz derkete pêş û dengên xwe zêde kirin. Olaf Scholz serkeftina xwe ya di hilbijartinan de pîroz dike û tenê gavekê ji posta Rawêjkariya Almanyayê dûr e.

Hinek xelkê Almanyayê serokê SPDê Olaf Scholz bi wê yekê bi nav dikin ku hez dike rêya Angela Merkelê bigire û şêwazê şêwirmendiya wê ji xwe re bike nimûne û hinek jî wî wek kesekî rûtirş binav dikin, beşek jî wek robot bangî wî dikin, wek amajeyekê ku kesayetiyeke sar e. Çi nav an pênase lê bê kirin, niha Olaf Scholz berbijêrê Partiya Sosyal Demokrat, partiya serkeftî di hilbijartinên Parlamentoya Almanyayê de, gavekê ji posta Rawêjkariya Almanyayê dûr e.

Berbijêrê Partiya Sosyal Demokrat bo posta Rawêjkariya Almanyayê Olaf Scholz dibêje “Pêwîstiya me bi destpêkeke nû bo Almanyayê heye, û pêwîstiya me bi guhertina hikûmetê heye, û em dixwazin serkirdayertiya vê hikûmetê ji aliyê Partiya Sosyal Demokrat ve bê kirin.”

Olaf Scholz 63 salî ye, li bajarê Osnabruckê yê Wîlayeta Saksoniyaya Jêrîn jidayik bûyê. Xwedî Bawernameya Yasa ye, çend salan wek parêzerê kompanyan kar kiriye. Scholz yek ji wan siyastevanên kêm ên Almanyayê ye ku dereng biryar daye biçe nav meydana siysetê û di 1998an de di temenê 40 salî de wek endamê Parlamentoya Wîlayeta Hamburgê hatiye hilbijartin.

Olaf Scholz di 2002an de bû endamê Parlametoya Almanyayê û di heman salê de jî wek Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat hat hilbijartin. Di 2007an de bo yekem car çû nav kabîneya Merkel û bû Wezîrê Kar û Karûbarê Civakî. Di 2018an de vegeriya Berlinê û wek Wezîrê Darayî yê hikûmeta Almanya û Cîgirê Merkel destbikar bû.

Herçiqas Scholz  xwedî kêmtirîn karîzma û kêmtirîn axavtin tê binavkirin, lê wî şiyana xwe di kampanyaya hilbijartinan de derxist ku beramberî Laschet bihêztirîn hevrik bû û berevanî li pêgeha xwe kir.

Berbijêrê Partiya Kirîstiyan Demokrat bo Rawêjkariya Almanyayê Armin Laschet got “Heta eger serkeftiyê duyem be jî, careka din ligel Çepên tund hevpeymaniyê pêk tîne, ew kesên ku dixwazin Almanyayê ji NATOyê derxînin. Tu divê helwêstê xwe bo dengderan zelal bikî, ji ber xelk bi rastî hikûmeteke çep naxwazin.”

Olaf Scholz got “Her kesek bixwaze Almanyayê birêve bibe, pêwîste helwêstekî wî yê zelal di asta peywendiyên vî welatî ligel welatên NATOyê de hebe. Her kesek bibe rawêjkar, çi jin be yan mêr be, divê wê yekê zelal bike, ku NATO bo asayîşa me zêde girîng e, ku cihê gotûbêjê nîne. Divê rawêjkarê bê yê Almanyayê bi Yekîtiya bihêz a Ewropayê pabend be.”

Di dema Armîn Laschet ji partiya Merkel û Annalena Baerbock ji partiya kesk mijûlî êrîşkirina ser Scholz bûn, wî bi bawerî behsa serkeftinê xwe dikir wek wezîrê darayî di rûbirûbûna Coronayê û herwiha awayê danûstandinên darayî li asta lehiyên wêranker ên îsal ku navçeyên bakurê rojavayê Almanyayê girtibûn.

Ji sibeha îro ve, êdî rojname di behsa gerimbûna encamên hilbijartinan û rawêjkariya bê ya welat de ne. Bijardeya pêkanîna hevpeymaniya di navbera 4 partiyên xwedî zêdetirîn kursiyên parlamentoyê germ e û eger heye pêkhatina hikûmetê heta dawiya îsal dirêj bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst