Hilbijartinên Almanyayê - Atilgan: Ez dixwazim gelê me serbilind be

18-02-2025
Zinar Şîno
Hamza Atilgan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Hamza Atilgan\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya Hilbijartinên Almanyayê Kurdên Almanyayê Hamza Atilgan
A+ A-

Hamburg (Rûdaw) - Namzedê Parlamentoya Federal a Almanyayê Hamza Atilgan got,"Ez dixwazim ji xortên me re bibim mînak ku bi rêya perwerde û xwendinê mirov dikare di siyaseta Almanyayê de jî cih bigire."

Siyasetmedarê Kurd Hemze Atilgan dibêje, "Ez dixwazim dengê hemû kêmneteweyên li Almanyayê dijîn bigihînim parlemantoyê, bi taybetî jî dengê gelê Kurd."

23yê Sibatê li Almanyayê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal tên lidarxistin.

Ji ber hilbijartinên Parlamentoya Federal a Almanyayê, namzedên Kurd bi awayekî çalak kampanyayên xwe yên hilbijartinê didomînin.

Namzedê Kurd ê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Hamza Atilgan bi tîma xwe re mal bi mal digere, xwe dide nasîn û dengên hilbijêran dixwaze.

Atilgan sala 1994an li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji dayîk bûye û ji 5 saliya xwe ve li Almanyayê dijî.

Atilgan ku di hilbijartinên Parlamentoya Federal a 23yê Sibata 2025an de ji SPDyê bûye namzed, ji herêma hilbijartinê ya hejmara 28an a ku li eyaleta Saksonyaya Jêrîn bajarê Oldenburgê digire nav xwe, dixwaze bikeve Parlamentoya Federal (Bundestag).

Namzedê SPDyê Hamza Atilgan bawer dike ku siyaset kilîta guherînê ye û kesên dixwazin guherînê çêbikin divê têkevin nav siyasetê.

“Dewletê alîkarî da me û divê ez jî alîkariyê bidim xelkê”

Atilgan ji bo pirsa "Çima te SPD hilbijart?" a Zinar Şîno wiha got:

"Dema ez zarok bûm, em ji welatê xwe reviyan. Rewşa me ne baş bû û xeter bû.

Em hatin Almanyayê. Xelkê li vir gelekî alîkariya me kir. Bi saya sîstemê li vir em zarok çûn dibistanê.

Bi saya sîstemê li vir me ziman hîn kir û jiyaneke baş ajot. Xelkê li vir deriyê xwe ji me re vekir.

Ez bawer dikim 'divê qenciya ku li te hatiye kirin, tu li kesên derdora xwe jî bikî.'

Kurd be, Tirk be, Alman be ferq nake. Min jî xwest ez ji partiyeke sosyalîst têkevim nav siyasetê.

Ez dixwazim têkevim Komîsyona Aboriyê. Ji ber ku qada min e. Min li Amerîkayê aborî xwendiye."

Hamza Atilgan ku li herêma xwe ya hilbijartinê navdar û hezkirî ye, ji aliyê piraniya xelkê ve tê naskirin û dema pêwîst be destê alîkariyê dirêjî cîranên xwe dike.

Namzedê Kurd di wê baweriyê de ku divê kesên dixwazin piştgiriyê bidin civakê û alîkariyê bikin têkevin nav siyasetê.

“Bila gelê me bi min serbilind be”

Atilgan behsa armancên xwe yên siyasî kir û wiha domand:

"Ez dixwazim karê xwe wisa baş bikim ku gelê me serbilind be û bibêje, Yekî ji me jî ket parlamentoyê û me pê serê xwe bilind kir.'

Her wiha ez dixwazim ne tenê alîkariya Kurdan lê ya Tirk û Ereban jî bikim."

Hamza Atilgan li Almanya û Amerîkayê  aborî xwendiye û bûye pisporê aborî û ew li gel siyasetê bi karên bazirganiyê jî re mijûl e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst