3 kes di Çemê Xabûrê de xeniqîn

27-06-2023
Heyder Doskî
Dîmenek ji Çemê Xabûrê, Zaxo.
Dîmenek ji Çemê Xabûrê, Zaxo.
Nîşan Zaxo Çemê Xabûrê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di nava 24 demjimêran de li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê 6 kesan di bûyerên cuda de û bi sedemên cuda jiyana xwe ji dest dane, ku 3 ji wan di Çemê Xabûrê de xeniqîne.

Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê, Emîr Elî roja Duşemê 26ê Hezîrana 2023yan ji Rûdawê re ragihand, di nava 24 demjimêran de 6 kesan li sînorê Zaxoyê canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê got, “roja Yekşemê ciwanekî 19 salî di Çemê Xabûrê de xeniqî, îro Duşemê jî du zarokên din ketine nav Çemê Xabûrê û canê xwe ji dest dane.”

Emîr Elî diyar kir, nêzîkî 22:00 şev termên her du zarokan ji aliyê ekîbên Berevaniya Şaristaniya Zaxoyê ve ji çem hatin derxistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, navê yek ji wan zarokan Ehmed Mihemed û 12 salî ye û zarokê din navê wî Ismaîl Salim û 13 salî ye.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê, Cemal Hesin ji Rûdawê re diyar kir: “Demjimêr 18:30 em ji bûyerê hatin agahdarkirin û demildest me tîmên xwe şandin wir. Mixabin du nûciwan di çem de xeniqîn.”

Cemal Hesin got, “termê yekem piştî saetek û nîvan ji bûyerê ji çem hat derxistin û termê duyem di demjimêr 21:55 şev de ji aliyên tîmên me ve ji çem hat derxistin.”

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê herwiha got, ji destpêka îsal ve 6 kes li Zaxoyê xeniqîne, lê belê hemû di Çemê Xabûrê de nebûne.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê, Cemal Hesin da xuyakirin, li projeya geştyariyê ya Pira Delal tîmeke wan a taybet heye û got, li cihên geştyarî tablo dê bêne danîn.

Li aliyekî din, Berdevkê Tendirustiya Zaxoyê, Emîr Elî jî destnîşan kir, pêr roja Yekşemê 25ê Hezîranê kurdekî ji Bakurê Kurdistanê li nav bazara Zaxoyê kirîza dil derbas kir û canê xwe ji dest da.

Bi gotina Emî Elî, li sînorê Zaxoyê 2 kesan jî bi sedema kontakta elektrîkê jiyana xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst