Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

14-07-2023
RÛDAW
Nîşan Zaxo Bûyerên Xeniqînê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê 3 kes di çem de xeiqîn. Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê jî dibêje, du ji wan kesan xelkê Zaxoyê ne û yê din ji navçeya Sêmêlê ya Duhokê ye.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê, Cemal Hesin Xelîl ji Rûdawê re ragihand, îro di sê bûyerên cuda de 3 kes li Zaxoyê xeniqîne.

Cemal Hesin Xelîl got, welatiyek êvara îro demjimêr 16:30 di avekê de li gundê Dola xeniqî ye û termê wî hatiye dîtin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê, Evîndar Zaxoyî jî ji Rûdawê re got, navê wî kesî Ariyan Yaqûb û 16 salî ye û termê wî ji nav avê hatiye derxistin û radestî malbatê hatiye kirin.

Bi gotina Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê Cemal Hesin, welatiyekî din li nêzîk gundê Bakirma yê Zaxoyê xeniqî ye û termê wî jî hatiye dîtin.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê destnîşan kir, bûyera sêyem li gundê Beregewre bûye û êvara îro demjimêr 17:30an di projeyeke avê de xeniqî ye. Wî rayedarê Zaxoyê diyar kir, termê wî kesî heta niha jî nehatiye dîtin û tîmên berevaniya sivîl li pey cenaze digerin.

Bi gotina Cemal Hesin Xelîl, du ji wan kesên ku îro xeniqî ne, xelkê Zaxoyê ne û kesê sêyem jî xelkê navçeya Sêmêlê ya Duhokê ye.

Li gor daneyên Rêveberiya Giştî ya Polîs a Herêma Kurdistanê, sala bihorî 104 kes li Herêma Kurdistanê di çem û rûbaran de xeniqîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst