Taxa Cihûyan û gundekî Zaxoyê hatin valakirin

20-03-2024
RÛDAW
Nîşan Zaxo Çemê Xabûrê Gundê Çerm Sîrmoyê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Gundekî Zaxoyê ji ber barana zêde hat valakirin

Pêla barîna baranê li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd ragihand ku li Zaxoyê ji ber barana zêde ava Çemê Xabûrê rabû.

Xerîb Mecîd diyar kir ku Gundê Çerm Sîrmoyê yê Zaxoyê ji ber ku ava Xabûrê rabû, hat valakirin.

Nûçegihanê me da zanîn ku ji ber lehiyê malên xelkê Gundê Çerm Sîrmoyê bi temamî di bin avê de mane.

Herwiha li navenda Zaxoyê jî ji ber lehiyê hin malên din bin avê de man.

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Zaxoyê ji Rûdawê re ragihand ku heya asteke zêde ava Xabûrê rabûye û zerer li hinek mal û taxan bûye.

Rêveberiya Parastina Sivîl a Zaxoyê herwiha da zanîn ku ji sedî 95ê taxa Cihûyan hatiye valakirin.

Hat zanîn ku zêdeyî 355 kesan jî hatine rizgarkirin.

Duh şev jî ji ber barana zêde piştî bilindbûna Çemê Xabûrê Pira Şehab a dîrokî ya li taxa Serê Gundikê rûxiyabû.

Li gorî zanyariyên asta ava Çemê Xabûrê 5 metreyan bilind bûye.

Li hêla din, duh li Dihokê ji ber lehiyê 3 kesan canê xwe ji da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst