Nêçîrvan Barzanî: Parastina çand û hunerê gelekî girîng e

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Navenda Çand û Hunerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku parastina çand, huner, ziman, wêje û dîrokê gelekî girîng e.

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û çend berpirsên din ên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê bi merasîmekê hat vekirin.

Di vekirinê merasîmê de Nêçîrvan Barzanî bi xwendina helbesteke Helbestvanê Kurd Hacî Qadirê Koyî bal kişand ser girîngiya huner û çandê.

Nêçîrvan Barzanî ev helbesta Hacî Qadirê Koyî xwend:

"Pirtûk, defter, tarîx û kaxiz

Ku bi zimanê kurdî bê nivîsandin

Mela, pîr, şêx û şahên me

Nav û navnîşana wî dê heta axretê bimîne"

Nêçîrvan Barzanî got:

“Kêfxweş im ku vê êvarê em bi hev re li ser huner, kultur û cîhana ziman û çandê bi hev re dûrî siyasetê nîqaş dikin.

Ez spasiya wan xortan dikim ku ez vexwendime merasima danasîna Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê.”

“Huner û çand aliyên girîng û watedar ên jiyanê ne”

Nêçîrvan amaje bi wê yekê kir ku ji bilî siyasetê gelek aliyên jiyanê hene û got:

“Di nava hemû deng û bûyerên siyasî yên ku timî em dorpêç kirine de, ev derfetek e ku em bi bîr bînin jiyan ne tenê siyaset e û huner û çand aliyên girîng û watedar ên jiyanê ne.

Bi taybetî parastina çand, huner, ziman, wêje û dîrok ku nasmaneya neteweyî ya gelê Kurd pêk tîne, girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hemberî vekirina Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê nîşan da û wiha got:

“Ez wan kesên ku bi fikra avakirina vê navendê ketine, heta îro bêwestan xebitîne, pîroz dikim.

Ez bi rêz û hurmet li xebat û erkên wan dinêrim û bi vê wesîleyê hemû hevkarî û piştevaniya xwe ji bo serxistina kar, peyam û armancên projeya wan dubare dikim.

‘Kurd û Kurdistanî xwedî çandeke gelekî dewlemend in’

Kurd û Kurdistanî xwedî dîrok û çandeke gelekî dewlemend in.

Zext, zordarî, qedexe, înkar, tundî û çek hemû di dîrokê de wekî plan û siyaseta tinekirinê nekarine bedewiya çanda vî gelî û vî welatî ji holê rakin.

Sira zindîbûna Kurd û gelê Kurdistanê tevî ku hemû karesat û nerêniyên di dirêjahiya dîrokê de hatine serê me, daxwaz û hezkirina parastina ziman, çand, huner û wêjeya xwe bûye.

Kurd û gelê Kurdistanê di vî warî de mînakeke bêhempa ne.

Dema em li dîrokê dinêrin, em dibin şahid ku gelê Kurd tenê di çarçoveya azadiya xwe de kariye bibe xwedî zimanekî nivîskî.

Minak eger Mîrîtiya Botanê nebûya Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî jî dê tunebûna.  Eger Baban nebûna Nalî û Selîm nedibûn. Em dikarin gelek mînakên bi vî rengî jî bidin.

Di serdema nemîr Şêx Mehmûd de rojnamegerî û nivîsandina Kurdî bi pêş dikeve.

Tenê di salekê de li Komara Kurdistanê şoreşa ziman û çanda Kurdî hat destpêkirin.

‘Bi damezrandina Hikûmetê  hemû derî li ber ziman vebûn’

Piştî bi damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû derî li ber ziman, huner û çanda Kurdî vebûn.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Ebdulselam Barzanê di destpêka sedsala 20an de di bîranîneke xwe de ji rayedarên Osmanî bikaranîna zimanê Kurdî xwestiye.

Me ev hemû mînak dan da ku em bibêjin ziman, wêje, çand, huner, pirtûk, fîlm û şano  rêya maf û daxwazên me nîşan didin.

Em we piştras dikin ku em dê di van waran de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

‘Pêdaçûneke cidî pêwîst e’

Ji bo vê jî pêdaçûneke cidî ya siyaseta çandî li Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Herwiha gelek girîng e ku aliyên fermî û hemû kesên di warê çandê de dixebitin, ji kesayetan bigire heta saziyên pispor ên di warê huner û çandê de, bi berdewamî hevkariyê bikin.

Huner û çanda me ya dewlemend dikare rûyê Kurdistanê yê xweşitir nîşanî cîhanê bide.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst