Kurdistan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan / Wêne: Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê îro biçe Tirkiyeyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ji bo serdaneke fermî diçe Enqereya paytexta Tirkiyeyê.
Mesrûr Barzanê dê li Kuliyeya Serokkomariyê, bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
Li gorî agahiyên ku medyaya fermî ya Tirkiyeyê dane, civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan dê saet 14:00an dest pê bike.
Mesrûr Barzanî her wiha dê beşdarî Bernameya Roja Birêvebiran bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herî dawî 20 Hezîran Nîsana 202yan çûbû Tirkiyeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse