Cenap Ekîncî hat berdan: 'Diviya tew doz nehata vekirin'

22 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Prof Dr. Cenap Ekîncî Doz Berdan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ku bi hinceta peyamên xwe yên derbarê rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin îro hat berdan.

Prof. Dr. Cenap Ekîncî Cenap Ekîncî 4ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji ber parvekirinên xwe yên li ser Xê bi îdiaya ku "propagandaya PKKyê kiriye" hatibû girtin.

Cenap Ekîncî li Dadgeha 5mîn a Cezayên Giran a Amedê hat darizandin.

Ekîncî, di dadgehê de got wî hemû nêrînên xwe di çarçoveya azadiya ramanê de parve kirine û ew ne poşman e.

Piştî rûniştinê dozgeriyê derbarê Prof. Dr. Cenap Ekîncî de ceza xwest lê dadgehê biryara berdanî da û dozê ji holê rakir.

"Lazim bû tew doz venekiribana"

Mafnas Nurullah Guçluoglu got "Ji berê de jî lazim bû ku tew mehkeme venekiribana.

Çimkî ew bi temamî derhiqûqî bû. Dawiyê de mehkemeyê biryara beraetê da."

Hem hevjîna Cenap Ekîncî, Aysun Ekîncî û hem jî nas û dostên ku ji bo piştgiriyê hatibûn ber dadgehê, ji biryara azadkirinê kêfxweş bûn.

"Em spasiya dost û hevalan dikin"

Aysun Ekîncî hevjîna Cenap Ekîncî wiha axivî, "Di vê pêvajoyê de em spasiya wan hemû dost û hevalan dikin ku piştgiriya me kirin.

Li ser navê xwe, hevjînê min û hemû xwendekarên xwe, em ji we re spasdar in. Baş e ku hûn hene."

"Derdê me ne partî ne, em Kurd hemû yek in"

Welatî Mihemed Îhsan ragihand, "Em ji bo doktor Cenap hatin. Ez pê hesiyam ku rûniştina wî heye.

Ez ji bo wî hatim. Min got ez biçim piştgiriyê bidimê. Em hemû Kurd in. Derdê me ne partî ne, ne şexs in.

Derdê me em hemû Kurd in û Kurd hemû yek in. Gerek em pişta hev bigirin."

Aydin Dînç nasê Cenap Ekîncî wiha anî ziman "Cenap xoce merivê me bû, kesekî bi qedir bû. Beraet kir, em pir kêfxweş bûn.

Li Tirkiyeyê rojane gelek kes ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya civakî de têne desteserkirin.

Yek ji wan jî Prof. Dr. Cenap Ekîncî bû. Ekîncî, di hilbijartinên 2024an de ji Partiya DEVAyê, berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst