Cenap Ekîncî hat berdan

Duh li 01:26
RÛDAW
Nîşan Cenap Ekîncî PKK Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr Cenap Ekîncî ku bi hinceta peyamên xwe yên derbarê rewşa Suriye û Rojavayê Kurdistanê hatibû girtin îro hat berdan.

Prof. Dr Cenap Ekîncî Cenap Ekîncî ji ber parvekirinên xwe yên li ser Xê bi îdiaya ku "propagandaya PKKyê kiriye" hatibû girtin.

Cenap Ekîncî li Dadgeha 5mîn a Cezayên Giran a Amedê hat darizandin.

Ekîncî di yekem rûniştina dozê de piştî 33 rojan serbest hat berdan.

Cenap Ekîncî ber peyamên xwe yên li ser hesabê xwe yê Xê ji bo îfadeyê çûbe Birêvebiriya Ewlehiyê Amedê û heman rojê bi biryara dadgehê hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst