Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan da zanîn ku ew piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.
Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi gelek partiyên siyasî re dicive û rojeva germ pêvajoyeke nû ya çareseriyê ye.
Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.
Kaplan diyar kir, “Li Rojhilata Navîn guherîneke mezin çêdibe û ji bo Kurdan jî derfet û rîskên xerab hene.”
“PKK çekan ne ji bo mafên Kurdan bi kar tîne”
Duzgun Kaplan diyar kir ku dewlet ji çareseriyê zêdetir dixwaze ku PKK çekan deyne û got:
“PKK çekan ne ji bo mafên Kurdan bi kar tîne.
Ev pêvajo ne ji bo çareserkirina meseleya Kurdan e, ji bo çekdanîna PKKyê ye.
Em dibêjin bila PKK çekan deyne.”
Daxwazên HAK-PARê
Duzgun Kaplan got, “Tirkiye naxwaze ku statuya Kurdan hebe” û xwestekên xwe wiha rêz kirin:
“Em sîstemeke federal dixwazin.
Bila Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.
Divê Kurd di destûra nû de cihê xwe bigirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse