Komên çekdar ji bo êrişa li Bendava Tişrînê hêzên zêde kom dikin

Duh li 10:41
Hisên Omer
Çekdarên 'Artêşa Niştimanî'/ Wêne: Ji vîdeoyê
Çekdarên 'Artêşa Niştimanî'/ Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan HSD Komên Çekdar Tirkiye Bendava Tişrînê Pira Qereqozaqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên nêzikî Tirkiyeyê ji bo şerê li hemberî HSDyê hêzên zêde amade dikin

Êrişên çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" ya girêdayî Tirkiyeyê li derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê tund bûne.

Her wiha di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) komên çekdar de şer û pevçûnên dijwar derdikevin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk dîmenên 29emîn roja şerê li derdora Bendava Tişrînê belav kirine.

Yekîneyeke şer ku bi navê "Yekîniya Şehîd Harûn" e, coreyeke dronên biçûk ji bo êrişkirina tank, erebeyên leşkerî û cihên kombûna çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê dike armanc.

Ji bo şerê li hemberê HSDyê çekdarên "Artêşa Niştimanî" hêzên zêde amade dikin da ku wan bişînin eniyên şer ên li rojavayê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê.

Hêzên HSD tekez dikin ku çekdarên Artêşa Niştimanî, tevî hemû piştevaniya Tirkiyê, tu pêşveçûn bi dest nexistine û êrîşên wan rastî şikestinê hatine û zerer û ziyanên mezin gihiştine wan.

"Şervanên me êrişên çeteyan têk şikandin"

Şakir Ereb ku yek ji fermandarên HSDyê ye li ser şer û pevçûnan wiha axivî:

"Sererayî êrişên tund û hovane ku çete niha dikin, şervanên me rê li hemû êrişan girtin û ew têk şikandin.

Sererayî piştevaniya dagîrkeriya Tirk a ji van çeteyan re, bi rêya zêdekirina bombebarankirin û topbarankirina derdora gundên li başûrê rojhilatê Minbic û derdora Qereqozaqê, şervanên me hîn ber xwe didin û parastinê dikin."

199 çekdar hatine kuştin

Li gorî amarên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka şer ve,199 çekdarên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê" hatine kuştin.

Her wiha SOHRê da zanîn ku 56 şervanên HSDyê û 25 sivîl canê xwe ji dest daye.

Çavkaniyeke nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji ber topbaranên Tirkiye û çekdarên girêdayî wê li ser bedena Bendava Tirkiyeyê bûne semeda metirsiyeke mezin.

Her wiha penga ava zêde di gola bendavê de zirar û ziyanê digihîne amûrên bendavê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst