Li Riha û Şirnexê 52 kes hatin desteserkirin

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Şirnex Desteserkirin Newroz PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên parêzgeha Şirnexê û li navçeya Hewagê ya Rihayê bi giştî 52 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ji bo kesên 18ê Adarê li navenda parêzgehê, 20ê Adarê li Cizîrê û 21ê Adarê jî li Silopiyayê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne û "kevir avêtine polîsan" bên diyarkirin lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 50 kesî de bi îdiaya ku "kevir avêtine polîsan û dirûşmên neyasayî" gotine biryara desteserkirinê hat dayîn.

Şaxa Îstixbarat û Ewlehiyê ya Rûbirûbûna Terorê ya Şirnexê bi armanca girtina 50 kesî li navenda parêzgehê û navçeyên Cizîr û Silopiyayê “operasyonên” hevdem kirin.

Di encamê de 45 kes hatin desteserkirin û herwiha ji bo desteserkirina 5 kesan jî “operasyon” berdewam e.

Bi hinceta PKKyê 7 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê jî bi hinceta “propagandaya PKKyê” 7 kes hatin desteserkirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinan re desteserkirin û girtin zêde bûne.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Rihayê, danê sibehê li Hewagê û çend gundan bi ser malan de girt û bi hinceta “propagandaya PKKyê” 7 kes desteser kirin.

Di “operasyonê” de li gundê Cûrnûsê Rizgar Guneş, Hasarî Kiliç û Yasîn Guneş hatin desteserkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de li gundê Koçverenê Mahmut Yolcu, li gundê Milkê berpirsê sindoqê yê DEM Partiyê Sabrî Taş, li taxa Qişlayê Cemal Aslan û li taxa Kişikayê jî Îbrahîm Kaya hatin desteserkirin.

Tîman 7 kesên ku hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Berî çend rojan li navçeya Sirûcê ya Rihayê jî 17 kes hatibûn desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta “PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst