Rêveberiya Xweser dema qedexeya çûnûhatinê dirêj kir

26-05-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dema qedexeya çûnûhatinê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj dike.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de dema qedexeya derketina derve heta 5ê Hezîranê dirêj kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku bi sedema koronayê qedexeya çûnûhatinê ji 27ê Gulana 2020an heta 5ê Hezîranê dirêj dibe.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku karker û karmendên tevahiya saziyan dê bi awayekî fermî ji sibe ve roja Çarşemê 27ê Gulana 2020an dest bi kar bikin.

Ji billî deriyê Tayhe-Tebqa, deriyên din ên sînorî heta biryareke duyemîn girtî dimînin.

Lê belê, li gorî belgeyên fermî, li ber rewşên nexweşî û xwendekaran, deriyên sînorî têne vekirin.

Hemû dukan û firoşgeh ji demjimêr 6ê sibehê heta 7ê êvarê têne vekirin.

Xwaringeh jî vekirî dimînin, tenê ji bo daxwazên derveyî wan xwaringehan.

Bi mercê pabendiya bi rêkarên xweparastinê, tevgera çûnûhatinê azad e, wiha jî cihên olî û peristinê li ber xelkê vekirî dimînin, lê kafterya, qehwexane, dibistan û zanîngeh di dema qedexeyê de, girtî dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst