Komeleya Mafên Mirovan: Îsal 63 zarok hatine kuştin

08-06-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Komeleya Mafên Mirovan: Îsal 63 zarok hatine kuştin
Komeleya Mafên Mirovan: Îsal 63 zarok hatine kuştin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kuştina Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê di rapora xwe ya dawî de derbarê rewşa zarokan de dibêje di van 5 mehên borî de li herêmên Efrînê û Şehbayê ji ber rewşên cûda 63 zarok hatine kuştin. Li Cizîrê jî 9 zarok hatine kuştin. Her wiha li Kobaniyê, Minbicê û Reqayê jî 2 zarok hatine kuştin.

Derbarê rewşa zarokan li Rojavayê Kurdistanê nûtirîn raporta Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê, diyar dike ku bi dirêjiya 5 mehên borî ji vê sala 2023an; li navçeyên Efrîn û Şehbayê, bi sedem û şêwazên cuda, 63 zarok hatine kuştin. Li Cizîrê jî, 9 zarok hatine kuştin û li Kobanî, Minbic û Reqayê 2 zarok hatine kuştin.

Çalak û mafnasekî Efrînî, ji Tora Mredyayî ya Rûdawê re behsa rewşa zarokan li Efrîn û Şehbayê dike.

Çalak û mafnas ji Herêma Efrînê Îbrahîm Şêxo anî ziman, “Rewşa zarokan di xetereyê de ye û tenduristiya wan jî ne baş e, di warê perwerdehiya zimên de xetere hene ku li Efrînê qedexe ye. Li Şehbayê jî ji ber dorpêçên rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser bandoreke ne baş li zarokan dike.”

Serkirdeyê Partiya Yekîtî jî, li Kobaniyê, ji Rûdawê re beha rewşa zarokan li wê navçeyê dike.

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El-Wehde Mislim Şêx Hesen got, “Ev şerê ku li Kobaniyê û gundên wê rû daye bandoreke neyînî li zarokan dike û rewşa wan derûnî gelekî kambax kir.”

Ji Adara 2011an ve, heta niha ev sêzdemîn sal e, krîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berdewam e û bi sedema aloziya rewşa ewlehî, leşkerî, abûrî û perwerdeyê, zarok rastî gelek zehmetî û astengiyan dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst