SOZ: Sala 2023yan herî zêde Kurd û jin bûne armanc

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Platforma SOZ Kurd Jin Çalakî Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerî (SOZ), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2023yan di warê hunerê de herî zêde Kurd û jin bûne armanc.

Platforma Çavdêriya Azadiya Hunerî, rapora “binpêkirinên azadiya raderbirîna hunerî” ya sala 2023yan eşkere kir.

Li gorî raporê, di ware hunerê de herî zêde Kurd, jin û LGBTI bûne armanc û mafên wan hatine binpêkirin.

91 kes ji ber çalakiyên hunerî hatin desteserkirin

Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê, sala 2023yan di warê hunerê de ceza da 13 rêzefîlm, 3 klîpên muzîkê, bernameyeke radyoyê û pirtûkekê.

91 kes ji ber çalakiyên hunerî hatin desteserkirin û 2 ji wan hatin girtin.

Derbarê 7 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin û 34 kes hatin darizandin.

Li hunermendan ceza hatin birîn

Li 10 hunermendan cezayên girtîgehê û pereyan hatin birîn.

Herwiha sala 2023yan gelek bername, çalakî û fîlmên hunerî hatin qedexekirin û astengkirin.

Li gorî raporê, 31 konser û festival, 2 pêşangeh, 2 çalakiyên edebî, 2 fîlm, şanoyek û pêşangeheke pirtûkan hatin qedexekirin.

Muzîkjenê Kurd hat kuştin

Muzîkjenê Kurd Cihan Aymazê li kolanan distra li Stenbolê hat kuştin.

Sala 2023yan 6 hunermendan ji ber ku nikaribûn vîzeyê wergirin konserên xwe hilweşandin.

5 hunermend hatin dersînorkirin û qedexeya derketina derve li hunermendekî hat birîn.

Çalakiyên hunerî hatin qedexekirin û astengkirin

Piraniya biryarên ceza, qedexe û astengkirinan bi hinceta “parastina yekitî û yekparçeyiya civakê” û “li dijî çalakiyên ku rewiştê ciwanan têk didin wergirtina tedbîran” hatine wergirtin.

Di bin van sedeman de herî zêde hunermend û çalakiyên hunerî yên Kurdan, jinan û LGBTIyan hatine armancgirtin.

Hunermendên Kurd, Ermenî û Rûs bi hinceta “hesasiyetên neteweyî û menewî” ji aliyên saziyên fermî û siyasî ve rasterast û bi şêweyên din hatin hedefgirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst