Mesrûr Barzanî: Yekane tiştê ku nayê telafîkirin xwendin e

25-10-2023
Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Xwendin Mamoste Boykot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî got, “Yekane tiştê ku nayê telafîkirin xwendin e. Ez hêvîdar im ku mamosteyên me yên birêz vegerin dibistanên xwe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê beşdarî merasîma vekirina dibistanek û baxçeyekî zarokan bû.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya wê merasîmê de axivî û bal kişand ser “mafên mamosteyan.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn ku “ew piştgiriyê dide daxwazên mamosteyan” û got, “Divê hemû mafên mamosteyan bên dayîn.”

Ev demek e mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê dereng tên şandin.

Mamosteyan li Silêmaniyê derengketina mûçeyên xwe ptotesto kiribû.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe bal kişand ser vê rewşê û anî zimên, “Divê rexne li wan aliyan bê kirin ku bûne sedema qutbûna mûçeyên mamostayan”

Mesrûr Barzanî got, “Herêma Kurdistanê nebûye sedem ku mûçeyên mamosteyan neyên dayîn an jî paş bikevin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bangî hemû aliyan kir ku bi hev re herin “wî cihê ku mafên mamosteyan û hemû xelkê Herêma Kurdistanê lê hatine binpêkirin.”

“Em dê mafên hemû gelê Kurdistanê biparêzin”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide daxwazên mamosteyan û berdewam kir:

“Ez radigihînim ku em piştigiriyê didin mamosteyan. Ez dengê xwe bi dengê wan re dikim yek. Divê mamoste tevên mafên xwe bi dest bixin.

Em dê bi berdewamî mafên mamosteyan, karmendan û hemû gelê Kurdistanê biparêzin.”

Li Herêma Kurdistanê sala xwendinê ya 2023-2024an 13ê Îlonê dest pê kir.

Lê ji ber boykota mamosteyan dibistanên Silêmaniyê, Helebce, Germiyan û Raperînê venebûn.

“Dixwazin tola xwe ji xwendekaran hilînin”

Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê wiha axivî:

“Ewên mamosteyan teşwîq dikin da ku neçin dibistanan dixwazin tola xwe ji xwendekaran hilînin, ne ji yên ku mûçeyên wan birîne. Ev jî ne tiştekî li rê ye.

“Yekane tiştê ku nayê telafîkirin xwendin e”

Yekane tiştê ku nayê telafîkirin xwendin e. Ez hêvîdar im ku mamosteyên me yên birêz vegerin dibistanên xwe û zarokên me perwerde bikin.”

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek û 800 hezar xwendekarî hene.

Ji ber boykota mamosteyan a li Silêmaniyê, Helebce, Germiyan û Raperînê nêzîkî 700 hezar xwendekarî heta niha jî neçûne dibistanên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst