Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêjeya herî bilind a xwendin û nivîsandinê li parêzgehên Antalya, Çanakkale û Îzmirê yên Tirkiyê ye û rêjeya herî kêm jî li parêzgehên Mêrdîn, Riha û Sêrt û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê ye.
Saziya Amaran a Tirkiye (TUIK) amarên perwerdeya neteweyî yên sala 2022ê eşkere kirin. Li gor amaran li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rêjeya zanîna xwendin û nivîsandinê gihiştiye %97.6an. Ev rêja sala 2008an %91.8 bû.
Li gor amaran li Antalyayê rêjeya zanîna xwendin û nivîsandinê %99 e, ku bilindtirîn rêjeya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye. Piştî Antalyayê rêjeya herî bilind a zanîna xwendin û nivîsandinê li bajarên Çanakkale, Îzmir, Mugla û Denizliyê yên Tirkiyê ye.
Li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêjeya herî kêm a zanîna xwendin û nivîsandinê bi %93.6 li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Piştî Mêrdînê rêjeya herî kêm a zanîna xwendin û nivîsandinê li bajarên Riha, Sêrt, Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê ye.
Dema xwendina welatiyan herî zêde li Enqerê bilind e. Li Enqerê dema xwendina welatiyên ji 25 sal mezintire 10 sal û 6 meh in. Piştî Enqerê li parêzgehên Stenbol, Eskişehir, Kocaeli û Îzmir ên Tirkiyê dema xwendina welatiyan zêde ye.
Li gor parêzgehên Tirkiyê, li parêzgehên Bakurê Kurdistanê dema xwendina welatiyan jî kêmtir e. Di nav 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de Agiriya Bakurê Kurdisanê di rêza dawî de ye. Li Agiriyê her welatiyekî ji 25 sal mezintir tenê 7 sal û 2 mehan xwendiye. Piştî Agiriyê rêjeya herî kêm a xwendinê li parêzgehên Riha, Wan û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse