Li Silêmaniyê xwepêşandana mamosteyan: Bi hezaran kes beşdar bûn

23-10-2023
Nîşan Silêmanî Mamoste Boykot Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mamosteyên li Başûrê Kurdistanê, ji ber ku mûçeyên wan dereng tên dayîn dibistanan boykot dikin.

Mamosteyan bi daxwaza wergirtina mûçeyên xwe li ber avahiya Wezareta Perwerdeyê ya li Silêmaniyê xwepêşandan kir.

Mamosteyên ku beşdarî boykotê dibin didin zanîn heta ku ew mûçeyên xwe nestînin naçin dibistanan.

Şîlan Abdulaha ku tevlî xwepêşandanê ji Rûdawê re axivî û got:

“Ji ber ku neheqiyek heye em li vir in, Wezareta Perwerdeyê ji bo mamoste vegerin dibistanê zextan dike. Ev girse bersivek e ji bo wan zextan.”

“Perwerde berdewam nake”

Awat Qeredaxiyê ku 17 sal in li Silêmaniyê mamostetiyê dike wiha axivî:

“Mirov bêyî ku dilê wî hebe nikare bijî, perwerde jî bêyî mamosteyan nabe. Eger di berîka mamosteyan de pere nebin, perwerde jî bi rê ve naçe. Ez naxwazim bê pere biçim dibistanê û dersan bidim.”

“Dê destûrê nedin ku kes mafê wan bixwe”

Xende Kemala ku bi 2 zarokên xwe tevlî çalakiyê bûye da zanîn ku ew dixwaze zarokên wê li vê derê fêrî rastiyên jiyanê bibin û pê de çû:

“Min zarokên xwe anîn da ku çalakiyê bibînin. Ez dixwazim ew tim mafên xwe biparêzin. Min ew anîn ku li mamosteyên xwe xwedî derkevin. Ez dayika 2 xwendekaran im.

Dibe ku zarokên min du salan neçin dibistanê lê qet nebe dê fêrî derseke jiyanê bibin. Ew jî ev e: Dê destûrê nedin ku kes mafê wan bixwe.”

Hikûmeta Îraqê ji sala 2014an ve, ji ber pirsgirêkên siyasî mûçeyên karmendên bi derengî dişîne.

Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de hevdîtin tên kirin lê dîsa mûçe jî ji ber pirsgirêkên wekî “deriyên sînorî, hinartina petrolê û dabeşkirina berhemên navxweyî” dereng tên şandin.

Mamoste û karmendên din ji ber vê pirsigirêka mûçeyan gelek caran xwepêşandanan dikin.

Boykot berdewam dikin

Nêzîkî mehekê ye mamoste ji ber mûçeyên xwe perwerdeya dibistanan boykot dikin.

Mamosteyan du rojên borî li Silêmanî, Helebce, Kelar, Kîfrî, Qaladizê, Koye û Ranyayê xwepêşandan kirin.

Mamoste Sirwe Yunus ku beşdarî xwepêşandana li Kelarê bû got, “Mamoste salekê jî neçin dibistanê asayî ye. Heta ku em mafê xwe nestînin em dê neçin dibistanê.”

Tê hêvîkirin ku Bexda hefteya pêşiya me mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

Mamoste jî diyar dikin heke ew mûçeyên xwe bistînin dê li dibistanên xwe vegerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst