Hewlêr (Rûdaw) - Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo derxistina petrolê dest bi kolandinê dike.
Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) di çarçoveya derxistina petrolê de li herêmê kar û xebatên sondajê dike.
Li gundê Mêran ê navçeya Bêgiriyê sîstemeke ku giraniya wê 200 ton e hat avakirin.
Li gorî zanyariyan di encama lêkolînên demdirêj de ew cih hatiye diyarkirin û proje di vê çarçoveyê de hatiye bicihkirin.
Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
“Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li navçeya Muradiyeyê ya parêzgeha Wanê ji bo petrolê dest bi kolandinê kir.
Ji bo Muradiyeyê li ser xêrê be. Ji bo dîtina petrolê gaveke mezin e.
Sîstemeke 200 tonî li Muradiyeyê hat danîn.”
Beriya niha jî li parêzgeha Şirnexê kar û xebatên bi vî awayî hatibûn kirin û niha derxistina petrolê berdewam e.
📍MURADİYE
— KAYHAN TÜRKMENOĞLU (@K_Turkmenoglu_V) April 4, 2025
Türkiye Petrolleri Anonim Ortaklığı (TPAO), Van’ın Muradiye ilçesinde petrol sondaj çalışmalarına başladı
Petrol keşfi için dev adım! 200 tonluk kule Muradiye'de kuruldu. pic.twitter.com/0YIZPAHXjD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse