Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 500 hezar zarokan dest ji dibistanê berdane

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, di meh û nîveke dawî de zêdetir ji 500 hezar xwendekaran dest ji dibistanê berdane û bi malbatên xwe re çûne karkeriya çandiniyê.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, bi armanca tespîtkirina hejmara xwendekarên dest ji xwendinê berdane û koça bajarekî din kirine lêkolînek kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, lêkolîn bi armanca dabînkirina berdewamiya perwerdeya zarokan hat destpêkirin.

Li gor encamên lêkolînê, di serî de li Bakurê Kurdistanê bi hatina demsala çandiniyê re malbatên hejar bo karkeriyê koça bajarên din dikin û di zeviyên pembû, bindeq, pîvaz, patat, tomate û karên din ê çandiniyê de dixebitin.

Li gor amaran di meh û nîveke dawî de zêdetir ji 500 hezar zarokên temenê wan di navbera 5-17an de dest ji dibistanê berdane, ku piraniya wan ji Bakurê Kurdistanê ne.

Herî zêde jî li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê xwendekaran dest ji dibistanê berdane û bi malbatên xwe re koça bajarekî din kirine, da ku karkeriyê bikin.

Li gor Rapora Stratejiya Mafên Zarokan a Tirkiyê, %33.5ê zarokên ku dixebitin piştî demekê dest ji perwerdeyê berdidin û naçin dibistanê.

Herwiha li gor UNICEFê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 893 hezar zarokên karker hene û %64ê zarokên karker ên temenê wan di navbera 5-14an de di sektora çandiniyê de dixebitin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst