STENBOL - Malnişîn dixwazin mûçeyê wan bê zêdekirin

25-09-2023
Omer Sonmez
Mîtînga malnişînan/Wêne: Rûdaw
Mîtînga malnişînan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Malnişîn Mîtîng Mûçe
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Malnişînan li ser banga Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), di 24ê Îlonê de li qada Kartalê ya Stenbolê mitingek li dar xist.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 16 milyon malnişîn hene û piraniya wan jî di bin mûçeya herî kêm de ango bi qasî 7 hezar û 500 lireyê Tirkî mûçe werdigrin.

Tirkiye di warê mûçeya malnişînan de li Ewropayê di rêzên dawî de cih digire.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 12 hezar û 732 lîre, sînorê hêjariyê jî 40 hezar û 661 lîre ne.

Mûçeyê herî kêm a malnişînan 7 hezar û 500 lireyê Tirkî ne.

“Êdî taqeta malnişînan nemaye”

Seroka DISKê Arzu Çerkezogluyê got, “Li Tirkiyeyê mehane û şertên malnişînan di demên dawî de gelekî bi paş ket.

Di vê sîstema ecêb de bi milyonan malnişîn hewl didin bi 7 hezar û 500 lireyî debara xwe bikin. Êdî taqeta malnişînan nemaye.”

Li Tirkiyeyê tevî malnişînên nû yên EYTyî derdora 16 milyon malnişîn hene û piraniya wan jî di bin mûçeya herî kêm ango 11 hezar û 400 lireyî de mehane werdigirin.

Malnişîn dixwazin ku mehaniya wan bigihîje mîqdara mûçeyê herî kêm û rêjeya zema wan jî li gorî wê bê zêdekirin.

“Jiyana me bûye wekî jehrê”

Malnişîn Zeynel Kaymaz diyar kir, “Jiyana me bûye wekî jehrê.

Em bi salan xebitîn û me prîmên sîgortayê dan.

Li dewsa ku em di malnişîniyê de derkevin firehiyê em şkence dibînin. Ev ne tu jiyan e.”

Malnişîn Medîne Şahîn jî wiha axivî, “Sîgortaya min 5 hezar 675 roj in.

Lazim bû ez bibûma malnişîn. Min ji bo Bag-Kurê daxwazname dabû lê hîn jî ez nebûm malnişîn.

Heta ji bo ez bibim malnişîn min deyn jî kir. Ez esnaf im, karê me jî kêm e.

Niha ez zarokekî xwe jî didim xwendin.”

“Em daxwaza mafên xwe dikin”

Hinek malnişîn ji ber ku mehaniya wan têra debara wan nake ji neçarî dixebitin.

Malnişîn bal dikşînin ser enflasyon û bihabûna zêde û dibêjin ew hew dikarin debara xwe bikin.

Malnişîn Leyla Turanê wiha anî ziman, “Zafî zor e. Du heb zarokên min ên nexweş jî hene.

Mehaniya me ya malnişîniyê hindik e. Em daxwaza mafên xwe dikin yanê.”

“Bila kesên ku 3 mûçeyan werdigirin şerm bikin”

Malnişîn Mustafa Tuncay got, “Tirkiye ji aliye mûçeya malnişînan ve pir xirab e.

Bila kesên ku 3 mûçeyan werdigirin şerm bikin.

Parlamenterên ku 80 hezar, 120 heta 180 hezar lire mûçe werdigirin şerm bikin.

Lê ew ji bo malnişînên ku 7 hezar û 500 lire digirin deng nakin!”

Hikûmeta Tirkiyeyê jî dide zanîn dema parlamento vebû ew dê derbarê mûçeyê malnişînan de teklîfa xwe ya yasayî pêşkêş bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî radigihîne ku ew dê di kanûna paşîn a 2024an de mûçeyê malnişînan zêde bikin.

Di mitînga malnişînan de sendîka û komeleyên malnişînan yên wekî DISK Emekli-Sen, TUED, Tum Emekli-Sen amade bûn.

Herwiha partî û rêxistinên siyasî yên wekî TIP, TKP û Halkevleriyê jî piştgirî da mitîngê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst