Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî: Mûçeyê karmendan ji sedî 50 tê zêdekirin

20-09-2023
RÛDAW
Nîşan Mûçe Malnişîn Karmend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan ragihand ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm ê karmendan dibe derdora 33 hezar lîreyên Tirkî.

Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan di daxuyaniyekê de bal kişand ser zêdekirina mûçeyê karmendan û malnişînan ku demek e ji ber enflasyonê roj bi roj hêza wan a kirînê kêm dibe.

Işikhan eşkere kir ku zêdekirina mûçeyê karmend û malnişînan dê li gorî pêşbîniyên enflasyonê bê kirin.

Bi gotina Işikhan mûçeyê karmendan dê heta meha Kanûna Paşîn a 2024an derdora ji sedî 50î were zêdekirin.

Işikhan got, “Bi vê yekê mûçeyê herî kêm ê karmendekê ji 22 hezar û 17 lîreyan (814 dolar) digihe derdora 33 hezar lîreyan (hezar û 200 dolar).”

Vedat Işikhan ragihand ku ew di çarçoveya fermana Serokkomarê Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina mûçeyê malnişînên asayî de jî dixebitin û got:

“Eger xebata me temam bû em dê pêşkeşî Serokkomar bikin. Me di serdema desthilatdariya xwe de malnişîn, karker û karmendên xwe yên hikûmî di bin barê enflasyonê de nehiştine. Em dê ji niha û şûnde jî heman helwesta xwe berdewam bikin.”

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê, enflasyon li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tebaxa îsal gihiştibû ji sedî 58,9 lê Grûba Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje ew rêje ji sedî 128 e.

Sedema sereke ya enflasyonê daketina nirxê lîreyê Tirkî ye li hemberî dolar û diravên biyanî.

Pisporên aborî dibêjin heta nirxê lîre li hemberî dolar û diravên biyanî cîgir nebe, rêjeya enflasyonê dê bilind bibe û zêdekirinên di mûçeyan de bên kirin jî dê li hemberî enflasyona bilind careke din bihelin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst