Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdiyê Rob Bannon got, “Kar û xebatên Şîfa Gerdiyê li bîra me hemûyan in.”
Di ser şehîdketina Nûçegihana Rûdawê Şîfa Gerdiyê re 8 sal derbas bûn.
Şehîdketina Şîfa Gerdiyê dilê miletekî şikand û civaka rojnamegeran yek ji wêrektirîn endamên xwe ji dest da.
Tora Medyayî ya Rûdawê wê demê biryar da, ji bo rêzgirtina karê jinên rojnameger ku rûmala şer dikin an raporên lêkolînan amade dikin Xelata Şîfa Gerdiyê pêşkeş bike.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi vê mebestê ji bo diyarkirina xelatgira salane ya Xelata Şîfa Gerdiyê komîteyek ava kir ku ji çend pisporên medyayê yên li Herêma Kurdistan û Ewropayê pêk tê.
Endamê Komîteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdiyê Rob Bannon ku yek ji wan kesan e di destpêka damezrandina Rûdawê de rahênan bi Şîfa Gerdî û hevkarên wê kiriye û ji nêzîk ve agahdarê şiyan û behreya wê bûye.
Nûçegihana “PBS”yê Leila Molana-Allenê îsal Xelata Şîfa Gerdiya ya sala 2025an stand.
Rob Bannon bi boneya salvegera şehîdketina Şîfa Gerdiyê peyamek da û Leila Molana-Allen pîroz kir.
“Şîfa Gerdiyê tîne bîra me”
Bannon da zanîn Leila Molana-Allen van demên dawî li Sûriyeyê bû û wê gelek êş û astengiyên mirovî eşkere kirin û got:
“Wê her wiha li Sûdanê jî kar kiriye ku ji ber şerê navxweyî aloz bûye û bi milyonan kesan malên xwe ji dest dane.
Ew li wir li dûv aliyê mirovî yê çîrokan geriya. Raporên wê ew behre ne ku Şîfayê tînin bîra me."
Endamê Komîteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdiyê derbarê xelatê got:
"Rûdaw Xelata Şîfa Gerdiyê ragihand da ku rêzê li xebata rojnamegerên jin ên wêrek, çavnetirs û bi şiyan bigire ku wekî Şîfa li pey çîrokên zehmet digerin, diçin deverên şer, bobelat û şerên navxweyî rûmal dikin.
Em her sal di vê demê de Şîfa Gerdiyê bi bîr tînin. Şîfa yek ji wan rojnamegeran bû ku beriya hemûyan çû weşanê dema Rûdaw di sala 2013ê de dest pê kir.
“Şîfa ji destpêkê ve dibiriqî”
Şîfa ji aliyê kompanyeya me, DMA Media ve hat perwerdekirin. Em bi rahênana wê û hemû hevkarên wê serbilind bûn.
Şîfa her ji destpêkê ve, wek keseke xwedî şiyana xwezayî ya çîrokbêjiyê dibiriqî. Ji bo bîneran, peyamhênereke wêrek û dilsoz a nûçe û bûyeran bû.
Piştî bûyerên 2017ê, dema DAIŞê Mûsil dagir kiribû û ji aliyê Pêşmerge û Hevpeymanan ve hêza wê dihat şikandin, Şîfa rojane li wê herêmê karê nûçegihaniyê dikir, diçû qada şer, vedigeriya studyoyê û li pey çîrokên şer û wêraniyê digeriya lê di heman demê de, li pey aliyê mirovî yê şer û êşê jî digeriya.”
Rob Bannon wiha behsa çîrokeke Şîfa Gerdiyê kir:
“Rojekê kîvroşkek hilgirt. Li bîra me hemûyan e. Kîvroşk ji aliyê xwediyê xwe ve di dema reva ji destê DAIŞê de hatibû bicihhiştin.
Li wir di nav darûberan de mabû, Şîfayê ew hilgirt û anî studyoyê û piştre ji aliyê stargeheke ajalan ve lênihêrîna wê hat kirin.
Her tim çîrokên bi vî rengî hebûn ku nîşan didan, Şîfayê şiyaneke wê ya mezin di dîtina aliyê malbatî û mirovî yê nûçeyên mezin û karesatan de heye, her ev e ya ku di bîra xelkê de dimîne.
Bi dilgiraniyeke mezin, 25ê Sibata 2017an Şîfayê canê xwe ji dest da, dema hewl dida goreke bikom bibîne ku DAIŞê li pey xwe hiştibû.
Ew fermandarê ku pê re bû lingê xwe danî ser mayîneke vedayî û Şîfa canê xwe ji dest da.”
Bannos derbarê armanca xelatê jî got:
“Kar û xebata wê li bîra me hemûyan e lê ji bo girîngiyeke zêdetir pê were dayîn û bêhtir bê dîtin, Rûdawê Xelata Şîfa Gerdiyê ragihand da ku rêzê li karê peyamnêrên jin ên wêrek, netirs û bi şiyan bigire, ku wek Şîfa diçin çîrokên dijwar, herêmên şer, karesat û şerê navxweyî rûmal dikin.
Di dema çend salên borî de, çend rojnamevanên me yên bêhempa hebûn ku xelat wergirtin û li saziyên mezin ên nûçeyan wekî BBC, Sky News û CNNê kar dikin.
Bê guman îsal jî saleke tijî gengeşî bû ji bo nûçeyan. Me kesek hilbijart ku endama bernameya News Hour a kanala PBSyê ye li Amerîkayê ku bernameyeke geş û bi qîmet a nûçeyan e.
Navê wê kesê Leila Molana-Allen e. Wekî nûçegihaneke gerok li Rojhilata Navîn kar dike.
Em serbilind û kêfxweş in ku îsal Xelata Şîfa Gerdî didin Leila Molana-Allenê . Pîroz be. Ligel wê jî wekî her gav em bîranîna Şîfa Gerdî zindî radigirin û spasiya Rûdawê dikin ji bo zindîhiştina bîranînan."
Rojnamegerên Xelata Şîfa Gerdî Wergirtine:
- 2024Clarissa Ward, CNN
- 2023Isobel Yeung , Fox News
- 2022Lyse Doucet, BBC
- 2021Alex Crawford, Sky News
- 2020Arwa Damon, CNN
- 2019Jenan Moussa, Alaan
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse