Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê wergira heftan a Xelata Şîfa Gerdiyê ragihand ku rojnamegera Brîtanî-Îranî, nûçegihana PBSê Leila Molana-Allen e.
Peykerê xelatê ku di şêweyê periyeke zêrîn de ye, rûyê wê li esman e û du balên wê yên vekirî hene.
Peyker ji aliyê Hemîd Nîkxayê hunermendê destxweş ê ji Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye çêkirin ku bibe sembola jinên rojnameger ên ku li ser rêya gihandina rastiyan de canê xwe ji dest daye.
Hunermend Hemîd Nîkxayê ku li bajarê Merîwanê ji dayîk bû amaje bi wê yekê kir, “Rûyê peykerê ji şêweyê Şehîd Şîfayê hatiye wergirtin.”
Nîkxa ji Rûdawê re ragihand ku peyker ji misê spî ye û bi zêr hatiye çêkirin.
Hunermend Hemîd Nîkxa anî ziman:
“Tevahiya peykerê wekî firîşteyekê hatiye çêkirin di dema bilindkirin û firînê de ku sembola şehîdbûn û esmanîbûna wê rêzdarê ye.”
Hemîd Nîkxa da zanîn ku balên peyker jî di şêweyê serê pênûsê de ne ku sembola rojnamegeriyê ye û got:
“Li binê peykerê cîhan heye ku sembola navneteweyîbûna peykerê ye.”
Cîhan di nava çargoşeyeke ronahî de ye “ku amaje ji bo erkê rojnamegeran e ku ronahiyê bidin û bûyerên cîhanê bidin berçavan.”
Nîkxa diyar kir ku peyker li Tehranê û bajarokeke nêzîkî Tehranê tê çêkirin û piştî danîna dîzayna peykerê, “9 pisporên warên cuda û nêzîkî 7 kesayetiyan” kar li ser çêkirina wê dikin.
Nîkxa li bajarê Merîwanê ji dayîk bûye û niha li wir dijî, ew derçûyê Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Tehranê ye.
Nîkxa destnîşan kir ku wî ji sala 2000î heta 2017an li Tehranê li gel karê hunerî, karê dîzayn û rêklamê kiriye lê niha li Merîwanê zêdetir bala xwe dide karên hunerî yên wekî peykersazî û wênekêşî ya li ser dîwaran.
Hunermend Hemîd Nîkxa bi girîngî behsa rola nûçegihaniya şer kir û anî ziman:
“Em wekî gelê Kurd, yek ji mezintirîn qurbaniyan ên şer û komkujiyan in.
Ji ber vê yekê em girîngiyê didin aştî û aramiyê û qedrê wê digirin.
Bi baweriya min, her şer û kuştinek ku behsa wê neyê kirin, tê wê wateyê ku qet neqewimiye.
Ji ber vê yekê rojnamegerên şer ji bo nîşankirina xirabiyên şer û dawîanîna wê xwedî erk in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse