Daxuyaniya Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê

25-02-2025
Nîşan Xelata Şîfa Gerdiyê Leila Molana-Allen Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Em wekî endamên hertimî yên Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê, piştî şopandin û lêkolîna li ser karê rojnamegerên jin ên sala borî li cîhanê, me biryar da ku em Xelata Şîfa Gerdiyê ya sala 2025an bidin Nûçegihana PBSê Leila Molana-Allen, ji ber karên wê yên rojnamegeriyê yên gelekî baş, bi taybetî di lêkolîna li ser stem û zordariyên li Sûriyeyê de.

Leila Molana-Allen di du salên borî de li Îsraîl û Filistînê karên pir baş ên rojnamegeriya lêkolînvanî kirine.

Her wiha sala borî raporên lêkolînvanî li ser zordarî û çîrokên mirovî li Sûriyeyê çêkirine û raporên meydanî yên gelekî baş pêk anîne.

Sala borî rojnamegeran li gelek deverên cîhanê di rewşeke gelekî dijwar de kar kir, ji ber dirêjbûna şer û pevçûnên xwînî.

Li gorî amarên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) sala borî 124 rojnameger hatine kuştin.

Rojnameger ji ber veguhastina êşên xelkê, ronîkirina zordariyan, nîşandana çîrokên mirovî, raporkirina gendelî û karên neyasayî bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê sala borî jî saleke gelekî xwînî bû ji bo rojnamegeran li cîhanê.

Şîfa Gerdî di şerê li dijî DAIŞê de wêrekiya rojnamegeriyê nîşan da ji bo ronîkirina stemkariyên DAIŞê li hemberî sivîlan û di dema karkirina li ser yek ji wan çîrokan de, bi mayînên vedayî yên DAIŞê jiyana xwe ji dest da.

Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdiyê, ji bo bîranîna giyan û karê rojnameger û pêşkêşkara navdar a Tora Medyayî ya Rûdaw Şîfa Gerdî û rêzgirtina li karê rojnamegerên jin li cîhanê di sala 2017an de hat damezirandin.

Ji wê demê ve salane bi rojnagereke jin a serkeftî tê dayîn.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdiyê

25ê Sibata 2025an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst