Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtina di navbera Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan û parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê ya li Îmraliyê bi dawî bû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirrî Sureyya Onder û parlamentera Wanê Pervîn Buldan îro derdora saet 11:00an çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ragihand ku hevdîtin bi dawî bûye.
Li gorî agahiyan hevdîtina di navbera şandeya DEM Partiyê û Ocalan de 3 saetan berdewam kiriye.
DEM Partiyê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek da.
“Derbarê naveroka hevdîtinê dê daxuyanî were dayîn”
Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hat gotin:
"Şandeya me ya ku ji Pervîn Buldanê û Sirrî Sureyya Onder pêk dihat, îro li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Ev hevdîtin bi dawî bû û şandeya me vegeriya.
Şandeya me dê saetên pêş agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç doh ji Ajansa Fermî ya Tirkiyeyê re ragihandibû, wan rê daye ku şandeya DEM Partiyê biçe serdana Girava Îmraliyê û bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike.
Çi bûbû?
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got ku divê Ocalan daxwazê ji PKKyê bike ku çekan dayîne.
Piştî wê Erdogan piştgirî da axaftinên Bahçelî.
Di heman demê de Bahçelî ragihandibû ku divê DEM Partî û Ocalan bêyî ku dereng bikeve wê hevdîtinê bikin.
Derbarê banga Bahçelî, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de got ku wî tevî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê daxwaz kiriye ku biçin serdana Îmraliyê û beşdarî pêvajoya aştiyê bibin.
Piştî wê DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse