DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kiribû: Wezaretê bersiv da

03-12-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abdullah Ocalan Hevdîtin Îmrali Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç derbarê serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina li gel Abdullah Ocalan de got, "Bersiv dê di demek maqûl de were dayîn."

DEM Partiyê 26ê Çiriya Paşîn ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç li ser serlêdana DEM Partiyê got:

"Daxwazname hefteya borî hat pêşkêşkirin. Nirxandina me berdewam dike. Bersiv dê di demek maqûl de were dayîn."

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî jî 26ê Çiriya Paşîn di civîna koma partiya xwe ya heftane de bang kir ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

"Bila Ocalan û DEM Partî demildest bicivin"

Bahçelî gotibû, "Partiya Tevgera Neteweperest li pişt her gotineke xwe ye.

Di civîna Koma Partiya xwe ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an de me çi gotibe em li pişt gotinên xwe ne.

Em li bendê ne bêyî ku bê paşxistin di navbera Îmraliyê û Koma DEM Partiyê de hevdîtineke rûbirû were kirin, em banga xwe dubare dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst