Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi hinceta “gendeliyê” hat girtin.
Pêvajoya darizandinê li Dadgeha Çaglayanê didome.
Ekrem Îmamoglu 19ê Adarê hatibû desteserkirin.
Îmamoglu ji ber dosyeya “gendeliyê” hat girtin, li ser dosyeya “terorê” jî hîn biryar nehatiye dayîn. Dadgehê navber daye rûniştina dozê û tê payîn ku piştî navberê biryar bê dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna “terorê” de Îmamoglu, Serokê Şaredariya Şîşliyê Resul Emrah Şahan, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mahîr Polat û Birêvebirê Enstîtuya Reformê Mehmet Alî Çalişkan bi tohmeta "alîkarîkirina rêxistina terorê ya çekdar" bi daxwaza girtinê şandibûn dadgehê.
Divê were gotin ku Îmamoglu û 90 kesên din di çaçoçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dihatin darizandin.
Heta niha herî kêm 21 ji wan hatine girtin.
Serokê Lijneya Birêvebiriyê ya Şirketa Hevpar a Medyayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Murat Ongun û Gerînendeyê Şirketa Avahîsaziyê ya Îmamoglu Tuncay Yilmaz jî di nav girtiyan de ne.
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihandibû ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”
Lêpirsîna duyem
Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hatibû kirin.
Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse