Erdogan bersiv da: Gelo Ocalan û DEM Partî hevdîtinan dikin?

27-11-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îmrali DEM Partî Devlet Bahçelî Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser banga Bahçelî ya "Bila Îmrali û koma DEM Partiyê hevdîtin bikin" Erdogan got, "Hev dibînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro piştî Civîna Koma AK Partiyê ya parlamentoyê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Li ser pirsa rojnamegeran "Hûn banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya 'Bila Îmrali û DEM hevdîtin bikin' çawa dinirxînin?" Erdogan got, "Hev dibînin."

"Bila Ocalan û DEM Partî demildest bicivin"

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî jî 26ê Çiriya Paşîn di civîna koma partiya xwe ya heftane de bang kir ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Bahçelî gotibû, "Partiya Tevgera Neteweperest li pişt her gotineke xwe ye.

Di civîna Koma Partiya xwe ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an de me çi gotibe em li pişt gotinên xwe ne.

Em li bendê ne bêyî ku bê paşxistin di navbera Îmraliyê û Koma DEM Partiyê de hevdîtineke rûbirû were kirin, em banga xwe dubare dikin."

Piştî van gotinên Bahçelî DEM Partiyê doh ji bo hevserokên partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin serî li Wezareda Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

"Daxwazname gihişte wezaretê û tê nirxandin"

Yilmaz Tunç wekî bersiv got, "Daxwazname gihişte wezaretê û tê nirxandin.

Em dinirxînin, em dê di demeke maqûl de bersivê bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst