Derketina derveyî welat a 9 şaredarên DEM Partiyê hat qedexekirin

24-06-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Qedex Derketina Dertina Derveyî Welat Mehmet Ruştu Tîryakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê derketina derveyî welat a 9 hevserokên şaredariyên DEM Partiyê qedexe kir.

7 ji wan hevserokên şaredariyên Amed û navçeyên wê ne, yek yê Mêrdînê û yek jî yê Mêrsînê ye.

Hevserokê Rêveberiya Herêmî ya DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî bi daxuyaniyekê ragihand, tevî nebûna biryara dadgehê tedbîr danîne ser pasaporta 9 hevserokên şaredarên wan.

Tîryakî got, “Ji ber ku nikaribin biçin derveyî welat, çavkaniyên baş peyda nekin û pêwendiyên wan ên navneteweyî çênebin derketina derveyî welat a çend hevserokên şaredariyên me qedexe kirine.”

Biryara Rêveberiya Ewlehiyê ya ku bi hînceta “ewlehiya giştî” hatiye wergirtin bi rêya parêzgariyan ji hevserokên şaredariyan re hatiye ragihandin.

Hevserokên Şaredariyên DEM Partiyê yên ku tedbîr li ser pasaportên wan hatî danîn û derketina wan a derveyî welat hatî qedexekirin ev in:

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak

Hevserokê Şaredariya Navçeya Pîranê ya Amedê Haci Akengîn

Hevseroka Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê Berivan Gulşen Sîncar

Hevserokê Şaredariya Navçeya Erxeniyê ya Amedê Şiyar Guldiken

Hevserokê Şaredariya Navçeya Rezanê ya Amedê Sîraç Çelîk

Hevseroka Şaredariya Navçeya Çinarê ya Amedê Semra Akyuz

Hevseroka Şaredariya Navçeya Farqînê ya Amedê Sevîm Biçici

Hevserokê Şaredariya Navçeya Artukluyê ya Mêrdînê Mehmet Alî Amak

Hevserokê Şaredariya Navçeya Akdenizê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst