Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, gayekî li ser rêya sereke otobusa rêwiyan rawestand û êrişî şofêr kir. Şofêr bi zorê xwe ji êrişa ga xelas kir.
Li ser rêya Çewlîg û navçeya Dara Hênê otobusa rêwiyan a ku Mahmut Burkuk diajot ji ber gayê li ser rê ji neçarî rawestiya.
Şofêr Mahmut Burkuk rahişte darekî û ji otobusê peya bû da ku ga ji rê bide alî lê ga paş de gav neavêt û êrişî şofêr kir.
Mahmut Burkuk paş de reviya û bi zehmetî xwe ji êrişa ga rizgar kir û xwe avête nav otobusê û yekser derî girt.
Piştî bûyerê şofêrê otobusê rêya xwe berdewam kir.
Dîmenên dema bûyerê ji aliyê kamerayên otobusê ve hatin tomarkirin û li ser medyayê hatin belavkirin.
#VÎDEO - Werin li şerê ga û şofêr temaşe bikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 24, 2025
📌 Ev der Bakurê Kurdistanê, ser rêya Çewlîg û Dara Hênê ye
📌 Ajokar radije darê xwe û diçe gayê li ser rê lê ji nişkê ve bi hesta "gaveke mêraniyê jî rev e" dihese û zorê dide lingan pic.twitter.com/LqmdPTLxhD
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse