Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bombebarankirina Qeladizê got, "Ev tawana hovane hêza têkoşîna ji bo azadiyê xurttir kir."
Rejîma Beasê ya Îraqê 24ê Nîsana 1974an, 51 sal berî niha, bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê ya li wî bajarî bombebaran kirin.
Di encamê de 163 kes şehîd ketin ku 9 ji wan xwendekarên zanîngehê bûn û nêzîkî 300 kesî jî birîndar bûn.
Her wiha 200 xanî jî ji binî rûxiyan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 51ê ya vê êrişa Beasê de peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku piraniya şehîdan mamoste û xwendekar bûn û got:
Îro salvegera xemgîn a bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê ye ku 24ê Nîsana 1974an, di tawaneke hovane ya rejîma berê ya Îraqê de û di hewldaneke bêhêvî de ji bo şikandina îradeya gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya wê, bi dehan xwendekar, mamoste û welatî şehîd ketin.
Di vê salvegerê de, em şehîdên ciwan ên zanîngehê bi rêzdarî bi bîr tînin û serê xwe bi rêz û dilovanî li ber giyanên wan ên pak ditewînin.
Ev tawana hovane rûpeleke din a bi êş a dîroka Kurdistanê bû lê wê nikarîbû îradeya gelê me lawaz bike, berevajiyê wê, hêz û qeweta ji bo berdewamiya xebat û têkoşîna ji bo azadiyê xurttir kir.
Bi vê minasebetê, em piştgiriya xwe ya temam ji bo zêdekirina xizmetkirina navçeya Pişder û Qeladizê nû dikin ku her gav sembola xebata niştimanî bûne û ji bo parastina Kurdistanê, qurbaniyên mezin dane.
Berpirsiyariya me hemûyan e ku bi kedê ji bo pêşerojeke baştir ji bo xelkê wir û Kurdistanê bi giştî, em rêzê li xebat û qurbanîdana wan bigirin.
Silav li giyanê pak ê şehîdên Zanîngeha Silêmaniyê û Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse