Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli

05-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Selahattîn Demîrtaş Selçûk Mizrakli
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê ji bo serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli çûn Girtîgeha Edîrneyê.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari çûn cem beşek ji siyasetmedarên girtî yên HDPyê.

Hevserokên DEM Partiyê roja pêncşemê li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaliyê çûn cem Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê û Parlamentera berê ya HDPyê Gultan Kişanakê.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, Hevserokên DEM Partiyê îro jî çûn serdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Hevserokên DEM Partiyê piştî serdana Demîrtaş û Mizrakli derbarê naveroka serdanê de daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Me ji bo mixalefeta civakî ya ku bi her cure zext, dozên komplo û dosyayên girtinê tê astengkirin, bi Demîrtaş û Mîzrakli re gotûbêj kirin.

Me li ser gavên ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û siyasî yên Tirkiyeyê, bi taybetî Pirsa Kurd, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û stratejiyên ku em dê di hilbijartinên herêmî de bişopînin nêrînên xwe parve kirin.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Çiriya Pêşîna 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li ser lîsteya HDPyê li Amedê ji sedî 62ê dengan bi dest xistibû û bûbû Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê.

Di 19ê Tebaxa 2019an de ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Selçuk Mizrakli ji 21ê Çiriya Pêşîna 2019an ve bi hincetên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst