Balafirgeha Wanê 3 mehan tê girtin

24-04-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Wanê Girtin Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kar û xebatên nûkirina pîstan dê 3 mehan girtî bimîne.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Qadên Asmanî ya Dewletê (DHMI), 1ê Gulana 2025an dê kar û xebatên nûkirina pîsta Balafirgeha Ferît Melenê ya Wanê dest pê bikin û heta dawiya salê berdewam bikin.

Hat diyarkirin ku di navbera 1ê Gulanê û 15ê Tebaxê de her roj geştên di navbera demjimêr 16:00 û 07:00an de, dê bên rawestandin û tenê di çend demjimêran de geştên asmanî bên kirin.

Pişt re ji 15ê Tebaxê heta 15 Çiriya Paşîn dê 3 mehan hemû pîst bên girtin.

Di wê demê de tê plankirin ku seranserê pîstê, rêyên bihevgirêdanê, sîstema elektrîkê û teknîka heyî bi berfirehî bên nûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst