Bernamzedên DEM Partiyê dê di weşana zindî de behsa projeyên xwe bikin

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Bernamzed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernamezedên şaredariyên bajarên mezin ên parêzgehên Wan, Mêrdîn û Amedê yên DEM Partiyê berî dengdana navxweyî ya di navbera dengderên wê de, bi weşaneke zindî behsa projeyên xwe dikin.

Yekem weşana zindî bernamzedên Wanê dikin û berbijêrên mêr 5 deqe û berbijêrên jin jî 7 deqeyan li ser proje û planên xwe yên derbarê wan parêzgehan de diaxivin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî)  biryar daye bernamzedên xwe yên şaredariyan li gorî encamên dengdaneke navxweyî ya di nav dengderên xwe de diyar bike.

Ew dengdan di navbera 13-14ê Kanûna Paşîna 2024an de tê kirin.

Lê DEM Partî berî wê dengdanê derfetê dide bernemzadên xwe yên şaredariyên bajarên mezin ku di weşaneke zindî de behsa xebat û projeyên xwe yên derbarê wan şaredariyan de bikin.

Di vê çarçoveyê de biryar e bernamzedên her sê Şaredariyên Mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê yên Bakurê Kurdistanê beşdarî weşanên zindî bibin û ji dengder û xelkê wan parêzgehan re behsa projeyên xwe bikin.

Yekem weşana zindî di navbera bernamzedên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê demjimêr 20:00ê êvara 10ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê dike.

Weşana zindî li ser hesabên medyaya civakî û Youtubê yên DEM Partiyê tê belavkirin.

Bernamzedên Wanê yên DEM Partiyê 12 kes in ku 3 jê jin in, dê li gorî rêzbendiya alfabeyê derkevin ser weşanê û yek bi yek behsa projeyên xwe bikin.

Mafê axaftinê yê bernamzedên jin zêdetir e û her yek ji wan 7 deqeyan diaxive. Ew dem bo berbijêrên mêr jî 5 deqe ne.

Weşana duyem jî roja Pêncşemê 11ê Kanûna Paşîna 2024an li gel bernamzedên Mêrdînê tê kirin ku 6 jê jin bi giştî 16 bernamzed in.

Weşana herî dawî roja Înê 12ê Kanûna Paşîna 2024an li gel bernamzedên Amedê tê kirin. Li Amedê jî ji tevahiya 15 bernamzedan 4 ji wan jin in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst