Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got, "Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin."
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê civiyan.
Civîn şeva borî pêk hat û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî li civînê hazir bû.
Jean-Noel Barrot derbarê civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û wiha got:
"Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin.
Divê di qonaxa veguhastinê ya Sûriyeyê de hemû maf û berjewendiyên Kurdan li ber çavan bên girtin."
Jean-Noel Barrot: Em bi General Mezlûm re mil bi mil şer dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 24, 2025
🛑 Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi rêya hesabê xwe yê Xê got:
🎙️ Ev 10 sal in em bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk General Mezlûm re mil bi mil li hemberî DAIŞê şer dikin
🎙️ Divê di qonaxa… pic.twitter.com/9TKjHOHVEK
Jean-Noel Barrot doh hat Hewlêrê û beriya Mezlûm Ebdî bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.
Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê de tekezî li ser serkeftina hewlên dan û standin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse