Heysem Pitros: Xiristiyan li cihên ku Pêşmerge diparêzin bi aramî dijîn

24-04-2025
Bîlal Ehmed
Heysem Pitros û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Heysem Pitros û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Xiristiyan Herêma Kurdistanê Pêşmerge Îraq Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetiyê Mesîhî Heysem Pitros da zanîn ku “Xiristiyan li cihên ku Pêşmerge diparêzin bi aramî dijîn û eger Pêşmerge nebe zehmet e ku vegerin Nînowayê.”

Roja Nizaya Niştimanî li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cuda cuda tê pîrozkirin.

Kesayetiyê Mesîhî yê ji Dihokê Heysem Pitros bû mêhvanê Rûdaê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê û rewşa Xiristiyanan bersivandin.

Heysem Pitros diyar kir ku “Nizaya Niştimanî dê ji bo vegera Xiristiyanan alîkar be” û daxuyand ku “Xiristiyan li Kurdistanê bi aramî dijîn.”

Wî xwest ku Pêşmerge vegere Deşta Nînowayê da ku vegera Xiristiyanan bi lez bibe.

Heysem Pitros eşkere kir ku berê li Bexdayê milyonek Xiristiyan hebûn lê niha tenê 4 hezar kes mane.

Wî Roja Nizaya (Dua-Lave) Niştimanî weke gaveke girîng û pîroz bi nav kir û got:

"Roja Laveya Niştimanî dibe roja herî pîroz a dîrokê, ji ber ku Serok Barzanî di wê rojê de karî hemû pêkhate û olan li cihekî kom bike."

Merasîma Roja Nizaya Niştimanî doh bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi dehan serkirdeyên cîhanî li Hewlêrê hat lidarxistin.

“Bêyî Pêşmerge vegera Xiristiyanan zehmet e”

Heysem Pitros li ser bandora vê rojê ya li ser vegera Xiristiyanan a herêmên xwe got:

"Ji sedî 100 dê bandora wê hebe, bi taybetî eger Pêşmerge vegere navçeyên Tilkêf, Bertelê û Başîkê, xelk dê vegere, ji ber ku hest bi aramiyê dike.

Lê bêyî Pêşmerge vegera 300 hezar Xiristiyanên Deşta Nînowayê zehmet e."

Dema êrişa DAIŞê ya ser Mûsilê ya Hezîrana 2014an zêdetirî 200 hezar Xiristiyanî ji Mûsilê berê xwe da cihên din ên Başûrê Kurdistanê.

Beşek ji wan li kampan û beşek ji wan jî li bajaran niştecih bûn lê beşeke din jî berê xwe da derveyî welêt.

“Li Besrayê 1800 malbatên Xiristiyan hebûn, niha tenê 12 malbat mane”

Heysem Pitros amaje bi kêmbûna hejmara Xiristiyanan a li çend parêzgehên navend û başûrê Îraqê kir û li pey çû:

"Li Rûmadiyê zêdetirî 2 hezar malbatên Xiristiyan hebûn, niha ti malbat nemane.

Li Besrayê 1800 malbatên Xiristiyan hebûn, niha tenê 12 malbat mane.

Li Bexdayê yek milyon Xiristiyan hebûn, niha tenê çar hezar kes mane. Li navenda bajarê Mûsilê 400 hezar Xiristiyan hebûn, niha ti malbat li wê derê nemane."

Divê were gotin ku piştî sala 2003yan li Îraqê hejmara Xiristiyanan hêdî hêdî kêm bûye.

Niha tenê ji sedî 20ê wan Xiristiyanan li Îraqê mane û piraniyan wan li Herêma Kurdistanê ne.

Beriya şerê Îraqê yê 2003yan, li Îraqê hejmara Xiristiyanan zêdetirî milyonek û 800 hezar kesî bû.

Wê demê hejmara niştecihên Îraqê 25 milyon kes bû, yanî Xiristiyanan nêzîkî ji sedî 6ê nifûsa Îraqê pêk dianî.

Wî  kesayetiyê Xiristiyan giliyê xwe anî zimên ku Îraq pêbendî sozên xwe yên ji bo Xiristiyanan nebûye û biland:

"Ji sala 2003yan ve Parlamentoya Îraqê damezirandina Birêvebiriya Çanda Siryanî û Kar û Barên Xiristiyanan pesend kiriye lê heya niha nehatiye bicihanîn, tenê li Hewlêr û Dihokê hatiye bicihanîn."

Heysem Pitros derbarê rewşa Xiristiyanên li Dihokê jî amaje pê kir ku guherînên mezin çêbûne û da zanîn ku li Dihokê 36 dibistanên Siryaniyan hene û 2400 xwendekar bi zimanê Siryanî dixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst