Nêçîrvan Barzanî: Êrişa li Qeladizê îradeya gelê Kurdistanê xurttir kiriye

24-04-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Qeladizê Bombebaran Peyam Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bombebarankirina Qeladizê got, “Vê êrişa asmanî ya tirsonek îradeya gelê Kurdistanê ya li hemberî zordarî û dîktatoriyê xurttir kiriye.”

Rejîma Beasê 24ê Nîsana 1974an Qeladizê bombebaran kir.

Di vê êrişê de 134 kes şehîd ketin û 150 kes jî birîndar bûn.

Herwiha 200 xanî jî ji binî rûxiyan.

Gelek ji kesên ku şehîd ketin an birîndar bûn mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê wê dema ji ber êrişên Beasê çûbûn Qeladizê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera 50î a vê êrişa Beasê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku piraniya şehîdan mamoste û xwendekar bûn û got:

“Silav li rihê pak ê şehîdan be. Em wan bi rêz û hurmetê bi bîr tînin.”

“Divê em dersekê jê bistînin”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn “Vê êrişa asmanî ya tirsonek îradeya gelê Kurdistanê ya li hemberî zordarî û dîktatoriyê xurttir kiriye” û got:

“Ev tawan û qurbaniyên wê rojê yên Zanîngeha Silêmaniyê yên li Qeladizê û xelkê şoreşger ê herêmê rûpelekî dîrokê yê bixwîn in û ev êşa gelê Kurdistanê ye.

Divê em dersekê jê bistînin, bi yekîtî û tebayiya xwe tim rê li ber ducarebûna vê dîrokê bigirin û em bi hêviyeke xurt ji bo paşerojeke baştir bixebitin.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Qeladizê û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst