Serok Barzanî: Îradeya azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de heye û dê bimîne

05-03-2024
Nîşan Serok Barzanî Raperîn Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî bi minasebeta salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.

Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.

Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan.

Piştî Raperînê bi salekê, 19ê Gulana 1992yan cara ewil hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatin kirin.

Serok Barzanî bi rêya peyamekê Raperîna gelê Kurdistanê pîroz kir û got:

“Ez bi boneya salvegera 33yemîn a Raperîna gelê Kurdistanê malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qahreman, hemû niştimanperwer, têkoşer, azadîxwaz û hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim.”

“Raperîn bûye hêvîyeke nû”

Serok Barzanî amaje pê da ku Raperîn ji bo Kurdan bûye destpêkek nû û pê de çû:

“Raperîn encama xebatên bi dehan salan e.

Raperîn berhema berxwedêrî, cehd, xwîna gel û xebatkarên Kurdistanê bû û di jiyana gelê me de bûye hêvîyeke nû.

“Îradeya azadiyê tim di dilê xelkê Kurdistanê de hebûye”

Berxwedana gel a li dijî damûdezgehên zilimkar û dagirkeran peyameke gelekî zelal bû ku îradeya jiyaneke bi serbilindî û îradeya azadiyê tim di dilê xelkê Kurdistanê de hebûye û dê tim jî bimîne.

Destkeftiyên Raperînê milkên gelê Kurdistanê û nifşên nû ne.

Em di salvera raperînê de cextê li vê yekê dikin ku pêwîst e destkeftî û armanc û bihayê Raperînê bilind bimînin, bên parastin û bên bihêztirkirin.

Nabe ku di bin ti şert û mercan de werin jibîrkirin an windakirin.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Silav li rihê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst