Nêçîrvan Barzanî: Bila meha Remezanê ji bo aştî û tebayiyê bibe derfetek

10-03-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Remezan Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî, Remezan li hemû misilmanên Kurdistan, Îraq û cihanê pîroz kir û got:

“Ez hêvîdar im ku Remezan bi xwe re aramiyê bîne û ji bo me hemûyan bibe meha xêr û xweşî û dilrehetiyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku hemû alî ji peyamên Remezanê sûdê bibînin û ev meh ji bo tebayî, lebôrîn, xebata bihevre, aştî û niştimanê bibe derfetek.

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de got, “Xwedayê mezin gelê me û welatê me biparêze û rojiya me qebûl bike.”

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li Herêma Kurdistanê sibe rojî dest pê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst