Şaredariya Amedê: Dema tomarkirina navan li Zarokistanê dest pê kir

23-08-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Amedê Zarokistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku dema tomarkirina navan ji bo Zarokistanê ku dê bi pir zimanî xizmeta perwerdeyê bide zarokan dest pê kiriye.

Li Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Şaredariya Amedê got, “Li Zarokistana ku xizmetên kreşên pirzimanî yên Şaredariya Bajarê Mezin dike, qeyda xwe dest pê kir.

Serlêdan di navbera 23ê Tebaxê û 5ê Îlonê de li şaxên Zarokistanê têne kirin.”

Şaredariyê daxuyaniya xwe bi Tirkî û zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî belav kiriye û dibêje li şaxên Zarokistanê wê xizmeta perwerdê bi pirzimanî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst