Şaredariya Amedê otobuseke nav bajêr da şaredariya Dêrsimê

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Amedê Şaredariya Dêrsimê Otobus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo dema 5 salan otobuseke rêwiyan a nav bajêr da şaredariya Dêrsimê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 25ê Gulanê li ser biryara Meclisa Şaredariyê otobuseke rêwiyan a nava bajêr ji bo dema 5 salan da Şaredariya Dêrsimê.

Di merasima radestkirina otobusê de Hevseroka Şaredariya Amedê Serra Bucak û Hevserokên Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak amade bûn.

Piştî ku Bucakê otobus radestî Şaredariya Dêrsimê kir, Orhan jî pûşiya Dêrsimê wekî xelat da Hevseroka Şaredariya Amedê.

Di merasimê de Serra Bucak axivî û got, "Me îro ne tenê silavên Amedê ji we re anîn e, di heman demê de me ji w ere otobûseke şaredariyê jî aniye."

“Kêm be jî dê barê wan sivik bibe”

Herwiha Bucakê diyar kir ku ew hêvî dikin berdewam di navbera her du şaredariyan de pêwendiyên kar ên bi vî awayî hebin û wiha axivî:

“Bê guman wekî her car em kêfxweş in ku em hatine Dêrsimê.

Ji ber berî her tiştî xweza û çiyayên vê derê pêşwaziya me dikin. Munzûr pêşwaziya me dike, em kêfxweş in ku em bi hevserokên xwe re hatine ba hev.

2yê Hezîranê li navçeya Periyê hilbijartin tê dubarekirin em bi hêvî ne ku dê DEM Partî bi ser bikeve

Ji bo karê veguhestinê me otobusek radestî şaredariya Dêrsimê kir.

Kêm be jî ew dê ji bo çûn û hatinê barê wan sivik bike.”

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak jî da zanîn ku berî du mehan biryar hatibû wergirtin ev otobus radestî şaredariya wan bê kirin

Konak ragihand ku bi vê otobusê kêm be jî dê pirsgirêka veguhestinê li bajêr bê çareserkirin û wiha pê de çû:

“Bila hevserokên me yên Amedê zû-zû bên Dêrsimê da ku her car otobusekê bi xwe re bînin.”

Hevserokên Şaredariya Dêrsimê tevî Hevseroka Şaredariya Amedê çûn Şaxa Dêrsimê ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) û ji wir jî derbasî Meydana Seyît Riza bûn û bi helkefta1000emin hefteya çalakiya Dayîkên Şemiyê piştgirî da çalakiya IHDyê.

Piştî merasimê Serra Bucak ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser hilbijartinên ku dê bên dubarekirinên ên 2ê Hezîranê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst