Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak çû serdana Zarokistanê/Wêne: Şaredariya Amedê
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê got ku ew dê zarokxaneyên Kurdî nûjen bikin û ji nû ve vekin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak çû serdana Zarokistan û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj a Baxcilar û 450 Evlerê yên li Amedê.
Serra Bucakê ferman da ku Zarokistana ku beriya qeyûmê wekî kreşa Kurdî dihat bikaranîn û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj careke din bê vekirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:
“Hevşaredara me Serra Bucak serdana Zarokistan û Dezgehên Lênêrîna Bi Roj a Baxcilar û 450 Evlerê kir û kreş kontrol kir.
Hevşaredarê yekîneyên pêwendîdar erkdar kirin da ku kêmasiyan ji holê rakin û kreşên bi temamî ji bo dewreya nû ya perwerdeyê amade bikin.”
🏫 Zarokistanlar Yeni Eğitim Dönemine Hazırlanacak
— Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi (@diyarbakirbld) August 13, 2024
📌 Bağcılar ve 450 Evler’deki Zarokistan Kreş ve Gündüz Bakım Evlerini ziyaret eden Eş Başkanımız Serra Bucak, kreşlerde incelemelerde bulundu. Eksikliklerin giderilerek kreşlerin yeni eğitim dönemine tam donanımlı hazırlanması… pic.twitter.com/msXtUfVFqf
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse