Li Zaxoyê 9 kes xeniqîne

23-07-2023
Heyder Doskî
Li Herêma Kurdisatanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.
Li Herêma Kurdisatanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.
Nîşan Duhok Zaxo Akrê Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di heft mehan de 9 kes li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di ava gol û çem û rûbaran de xeniqîne, li gor zanyariyan, temenê piraniya wan kesan li jêr 25 saliyê ye.

Hejmarek ciwan li ser pireke di navbera Duhokê û navçeya Batîfayê de rawestiyane û her yek ji wan bi awayekî xwe davêje nav rûbar û melevaniyê dikin.

Li nêzîk wê pir û rûbarê tu tabloyeke agahdarkirinê nehatiye danîn.

Komeke ciwanan ku ji devera Berwarî ve serdana navçeyê kirine, dibêjin ku ti talîmatek ji bo melevaniyê li nêzîk wê pirê û rûbarê han nayên dîtin.

Jîwar Ebdulkerîm, mamoste ye û ji bo seyranê hatiye navçeyê, ew dibêje: “Dema serdana wan rûbaran, ew tabloyên ku rênima li ser bin, nav û nîşan li ser bin, nayên dîtin. Rojane em karesatên dilşewat dibînin, ew jî vedigere bo aliyê berpirs û geştûguzarê ku ew tabloyên ku asta avê nîşan didin, gelek kêm tên dîtin.”

Bilindahiya pirê ji avê di navbera 15 heta 18 metran de ye, ciwan bi awayekî berdewam diçin ser wê pirê û ji bo ku xwe hênik bikin û avjeniyê bikin, xwe davêjin nav rûbar.

Ciwanek bi navê Metîn Gulî ji Rûdawê re dibêje, “Divê tu şarezayê avê bî, di Tebaxê de mirov dikare binê çem bibîne, divê mirov wêrek be.”

Ew ciwan behsa metirsiyan jî dike û dibêje, gelek caran çêbûye, ewên ku xwe davêjin nav çem, serê wan dişkê.

Di havînê de bi sedan malbat ji bo ku xwe hênik bikin, berê xwe didin Çemê Xabûrê. Kesên bi temen ên wek Mam Subhî bi qasî di xema nevî û zarokên xwe de ne, ew qas demeke xweş derbas nakin. Mam Subhî dibêje: “Yan neyên, yan jî eger hatin, li zarokên xwe miqate bin.”

Ji destpêka îsal ve heta niha 9 kes li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di avê de xeniqî ne. Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê, Cemal Hesin diyar kir, “Ji bo ew bûyer kêm bibin, divê hemû talîmatên berevaniya şaristanî bên cîbicîkirin.”

Li Duhok, Amêdî û Akrê jî tenê di 7 rojan de 8 bûyerên xeniqîna di avê de hebûne. Li gor amaran, piraniya kesên di avê de xeniqî ne, temenê wan li jêr 25 saliyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst