Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û îdareya nû ya Sûriyeyê li hev kirine ku dîlên şer bên azadkirin û ewlehiya du taxên Kurd ên Helebê jî bispêrin ewlehiya giştî ya Hikûmeta Sûriyeyê.
SOHRê diyar kir ku rêkeftineke destpêkî di navbera îdareya nû ya Sûriyeyê û HSDyê heye ku çend xalan li xwe digire.
Li gorî vê yekê hêzên ewlehiya navxweyî "Asayiş" ku ser bi Rêveberiya Xweser in, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê, bi heman kadroyan dibin hêzên ewlehiya giştî û ser bi "Xwebirêvebirinê" dibin.
Her li gorî rêkeftinê; îdareya nû ya Sûriyeyê dê 170 dîlên HSDyê berde û hejmarek termên şehîdan radestî wan dike, li hember de HSD 400 dîl û termên komên çekdar radest bike.
Derbarê Efrînê de, HSD daxwaza garantiyê ji bo vegera koçberan dike û ew garantî jî ev in:
"Derketina wan komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û dagirtina cihên wan bi ewlehiya giştî, "ji ber ku niştecih baweriya xwe bi komên çekdar nînin."
Peymana 10ê Adarê
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adara 2025an peymaneke ku ji 8 xalan pêk te imze kiribû.
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse